Li Parîsê têkoşîn û şoreşa jinê vegotin

  • 18:00 14 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Parîsê têkoşîna jinên Kurd, destkefiyên şoreşa rojava û pergala netewa demokratîk vegotin.
 
Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya gera li Ewropayê de tevli gelek bernameyan bûn. Heyet bi armanca der barê pirsgirêkên jinan û mafê mirovan de dan û standina nêrînan bike serdanên cur bi cur pêk tînin.
 
Di roja sêyemîn a Mîhîcana Mirovahiyê ya li Parîs a Fransayê pêk hat de, panelek pêk hat. Panel jia liyê seroka Weqfa  Azadiyên Firansayê Danielle Mitterrand ve hat organîzekirin.
 
Di panelê de jinên Kurd, balkişandins er têkoşîna jinan a her çar alî Kurdistanê. Li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Huseyîn, li ser navê Başurê Kurdistanê Berîvan Firat, liser navê Rojhilat Fatma Kerîmî axivîn.
 
Li aliyê din 13ê îlonê de jî ji aliyê Komeleya Kurdistan a Fransayê ve brnameyek pêk hat. Rêvebera meclîsa jinan a Sûriyeyê Emîne Omer û Seroka Yekitiya Jinên Suryanî Corcît Barsum axivîn.
 
Di axaftinan de destkeftiyên şoreşa Rojava, pergala netewa demokratîk hatin nirxandin.