Ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî: Biryara DMME’yê bicih bînin
- 16:40 14 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo cîbicîkirina “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajaran bi awayekî hemwext daxuyanî hatin dayin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû meqaman dikin ku biryarên DMME’yê pêk bînin û guh bidin şîretên Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê.”
Ji bo bicihanîna biryara “mafê hêviyê” ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû, li gelek bajaran bi awayekî hemwext daxuyanî hatin dayin.
Stenbol
Bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Qada Şîşhaneyê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê hêviyê tavilê cîbicî bikin” hate hilgirtin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Arzu Eylem Kayaoglû daxuyanî xwend û got ku qedexeya “îşkenceyê” ya di xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de cih digire hatiye binpêkirin û got: “Sererastkirinên heyî yên li dijî qedexeya îşkenceyê, demekî dirêje bandorê li birêz Ocalan, birêz Kaytan, birêz Gurban û birêz Boltan dikin. Li hêla din, di ‘Çavdêriyên Encamê yên Têkildarî Rapora Serdema Pêncemîn a Tirkiyeyê’ ku Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di 14’ê Tebaxa 2024’an de parve kir, zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn hene. Di raporê de tê gotin ku ev pirsgirêk, pirsgirêkeke sîstematîk e ku rê li ber êşkişandina girtiyan vedike. Bi ser biryara Ocalan/Turkiye (No.2) ku biryara ewil e teqez bûye 11 sal derbas bûn lê heta niha jî Tirkiyeyê ji bo van binpêkirinan ji holê rake tu sererastkirin nekiriye. Di salên 2021 û 2024’ê de rêxistinên civaka sivîl û baroyên li Tirkiyeyê li dijî bicihneanîna biryarê agahdariyên Qeyd 9/2 pêşkeşî Komîteya Wezîran kirin û ev pêvajo tê şopandin.”
Di berdewamê de Arzu Eylem Kayaoglûyê anî ziman ku Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de aşkera kir ku di mijara “Mafê hêviyê” de li Tirkiyeyê tu pêşketin çênebûne û wiha pê de çû: “Komîteyê sekreterya peywirdar kir ku heke heta Îlona 2025’an di vê mijarê de tu pêşketinên şênber nebin, pêşnûmeya biryara navberê amade bike. Di plana çalakiyan a Tirkiyeyê pêşkeşî komîteyê kirî de cih nedan guhertinên di mewzûatê de û Tirkiye ji hiqûqa gerdûnî dûr dikeve. Tirkiye, endama Konseya Ewropayê ye û divê biryarên DMME’yê bicih bîne. Mercên birêz Ocalan ên heyî ne li gorî biryarên DMME’yê ne, li gorî mafê hêviyê ne ne jî li gorî pêvajoya bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin guncav e. Azadiya birêz Ocalan, divê tenê weke mafekî şexsî neyê destgirtin, di heman demê de ji vekirina pêşiya aştiya civakî û siyaseta demokratîk jî pêwîstiyeke.”
Arzu Eylem Kayaoglûyê got ku civaka demokratîk tê wateya jiyaneke wekhev û azad û da zanîn ku civaka demokratîk rêya xelasiya ji krîzên aborî, ekolojîk, civakî, çandî û civakî ye. Arzu Eylem Kayaoglû, bang li rêxistinên maf, hiqûq û saziyên civaka sivîl kir ku ji bo biryarên “Mafê hêviyê” bi awayekî çalak bê cîbicîkirin Komîteyê ji nêz ve bişopînin û bang li Komîsyona li Meclisê, hemû partiyên siyasî yên li Meclisê, mekanîzmayên darazê, Wezareta Dadê û hemû meqamên têkildar jî kir ku bi lezgînî biryarên DMME’yê bicih bînin û guh bidin şîretên Komîteya li Dijî Îşkcneyê ya NY’ê. Her wiha bang li gel, raya giştî ya demokratîk û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku ji bo civakîbûna mafê hêviyê û cîbicîkirina wê bi berpirsyartî tevbigerin.
Hevseroka DEM Partîyê ya Stenbolê Arîfe Çînar jî anî ziman ku Abdullah Ocalan lîdereke ku dê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike lê hêj jî tecrîdkirî ye. Arîfe Çinarê xwest Abdullah tavilê were berdan.
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû jî anî ziman ku ji bo pêvajoya bi tendurist pêş bikeve divê Abdullah Ocalan were berdan.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
Daxuyaniya hevpar a têkildarî “Mafê hêviyê” bi awayekî hemwext li bajarên Îzmîr, Enqere, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Dîlok, Edene û Antalyayê jî hate xwendin. Tê payin ku heman daxuyanî îro li gelek bajarên din jî bi tevlibûna gelek kesan were xwendin.