
Rêjeya welidînê zêde ye lê polîklînîk kêmin
- 09:04 18 Tebax 2025
- Tenduristî/Werzîş
AGIRÎ - Hevseroka SES'ê ya Agiriyê Azîze Ertaş der barê qelsiyên nexweşxaneyan û întîxarên zêde bûne de axivî û got li Agiriyê rêjeya welidînê zêde ye lê polîklînîk kêmin. Azîze Ertaş wih agot: “Bûyerên întîxarê yên di navbera temenê 14-18’an de zêde bûye. Ev pirsgirêkek girîng a civakî ye. Sedema vê polîtîkayên siyasî û civakî yên dewletê ne.”
Li Tirkiyeyê di qada tenduristiyê de pirsgirêk her diçin giran dibin. Bi taybet ji ber kêmbûna polîklînîkên welidînê jin nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Hevseroka Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê(SES) Azîze Ertaş ya li nexweşxaneya Dewletê ya Hamur dixebite der barê pirsgirêkên li nexweşxaneyê û bûyerên întîxarê de axivî.
Rêjeya welidînê zêde ye lê polîklînîk kêmin
Azîze Ertaş balkişand ser kêmasiyên li nexweşxaneya dewletê ya Agiriyê û wiha bi lêv kir: “Li Agiriyê rêjeya welidînê zêde ye, polîklînîk kêmin. Di alî girtina randevuyan de pirsgirêk hene. Mirov nikarin xwe bigihînin bijîşkan. Ev pirsgirêk bi welidîna jinan ne sînore. Bi giştî pirsgirêk hene. Ji ber nebûna alavan nexweş sewqê Erziromê tên kirin. Lê ji ber rê dirêje nexweş bi bandor dibin. Nexweş di riya nexweşxaneyan de jiyana xwe ji dest didin.”
‘Bûyerên întîxarê pirsgirêkek cidî ya civakê ne’
Azîze Ertaş destnîşan kir ku bûyerên întîxarê yên di navbrea temenê 14-18’an de zêde bûne û got: “Ev pirsgirêka cidî ya civakê ye. Divê ev trajediyên şexsî neyê dîtin, ev di heman demê de encama sosyo-aboriye. Li Agiriyê xizanî her diçe giran dibe, betalî heye. Rêjeya perwerdê bi sînor e. Ji ber vê ciwan nikarin pêşerojê ava bikin.”
‘Întîxar tên normalkirin’
Azîze Ertaş bi lêv kir ku berteka civakê ya li dijî van întîxaran divê bê bilindkirin û got: “Întîxar tên normalkirin. Ciwanên ji ber zextên malbatê nikarin fikrên xwe bêjin, serî li van riyan didin. Ya ku divê bê rexkirin asta fêmkirina ciwanan û hişmendiyê ye. Ev pirsgirêkek girîng a civakî ye. Sedema vê polîtîkayên siyasî û civakî yên dewletê ne.”