
Li Wanê dê li dijî tecrîdê mîtîng bê lidarxistin
- 14:49 13 Tebax 2025
- Rojane
WAN - Di 23’yê Tebaxê de li Wanê dê bi pêşengtiya TJA, DEM Partî û DBP’ê bi dirûşma “Ne tecrîd, azadî dê bi ser keve” were lidarxistin.
Di 23’yê Tebaxê de dê li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Ne tecrîd, azadî dê bi ser keve” mitîng bê lidarxistin. Têkildarî mitîngê li avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî hat dayin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DBP’a Artemêtanê Mazlum Babur û Tirkiya wê jî Hevseroka DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Şevîn Polat xwend.
‘Em xebatên ji bo aştiyê bidomînin’
Mazlum Babur, diyar kir ku di 27’ê Sibatê de “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye ragihandin û bal kişand ser piştevaniya li seranserî cîhanê. Babur, got ku aştî pêdiviya hemû gel, ol, bawerî, jin, ciwan û kesan e û wiha domand: “Em bi partî û saziyên xwe ji bo pêvajoya aştiyê li qadan dixebitin. Em ê ji kolan û gundan, ji qadan bigire heta taxan xebatên ji bo aştiyê ji nû ve ava bikin.”
Banga tevlibûnê
Bi domdarî Mazlum Babur da zanîn ku dê di 23’yê Tebaxê saet di 17.00’an de li Parka Aştiyê ya Mûsa Anterê bi dirûşma “Ne tecrîd, azadî dê bi ser keve” mitîngê li dar bixin. Babur, got ku aktîvîsta TJA’yê Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî dê tev li mitîngê bibin. Her wiha hag toin ku hunermend Xecê û Aylîn Demîrkaya dê stranên xwe bibêjin. Babur, bang li hemû kesî kir ku tev li mitîngê bibin.
'Abdullah Ocalan tişta ket ser milên wî kir'
Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay jî got ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar û îmhayê didomin û ev pirsgirêk mîna nexweşiyekî li Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî got ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi aştiyê heye, her xebata ji bo aştiyê ji bo wan pîroz e û got ku di mijara çareseriya pirsgirêkên civakê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih aniye.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî banga xwedîderketina li pêvajoyê kir û ji bo mitîngê bang kir.