Jinên li dijî kana madenê: Xwedîderketina li axê welatparêzî ye

  • 09:06 4 Tebax 2025
  • Ekolojî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Bertekên li dijî xebatên Kana madenê ya li gundê Mîzak didomin. Jinan bertek nîşan dan û gotin: “Em dibêjin hûnê ji vir biçin wekî din rê nîne. Hewcedariya me bi tu tiştekî ku ji wan bê tune ye.”
 
Li navçeya Licê ya Amedê li gundê Mîzak, tê xwestin ku kana madenê ya sifir bê avakirin. Berxwedana bi pêşengiya jinan li dijî  kana madenê hat destpêkirin didome. Gundiyan diyar kirin ku  şîrketê bêyî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) dest bi xebatê kiriye û ji ber van xebatan ava gund hatiye birîn. Gundî ji şîrketê re dibêjin ji vir herin û li ber xwe didin. Jinên li dijî kana madenê li berxwe didin jî diyar kirin ku wê xwedî li axa xwe derkevin û xwedîderketina axê welatparêzî ye.
 
 
‘Ava me ziwa kirin’
 
Melek Akgun  bi salane li gund dijî û wiha anî ziman: “Ji roja kana madenê hatiye avakirin av ziwa bûye. Ava me birîn. Baxçeyên me sebze û fêkiyê me hişk bûn. Berê ji çiya û geliyên me av dihat. Lê niha em ji bo vexwarina xwe avê nabînin.Em şîrketan li gundê xwe naxwazin. Bila ava me şûnde bînin. Bila ji gundê me derkevin. Dixwazin em biçin lê em naçin. Ax ya me gund yê me ye. Em ji berxwedana xwe şûnde gavê navêjin.”
 
 
‘Ji ber madnê em nikarin tiştekî bikin’
 
Jina bi navê Sarya Alan jî  destnîşan kir ku ji ber ava wan ziwa bûye sebze û fêkî neçandine û wiha anî ziman: “Ji ber av tune ye em zehmetiyên mezin dikşînin. Ji xwarinê bigirin heta avê. Em pirsgirêkan dijîn. Dixwazin gundên me biqedînin û me jî ji vir derxînin. Lê divê ev şîrket ji vir derkeve. Wekê din riya wan tune ye. Em dibêjin ku ji vir derkevin. Hewcedariya me bi tu tiştekî wan tune ye.”