Meclisa Jinan a DAD'ê: Me ji bîr nekir

  • 10:33 3 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk bi boneya 11'emîn salvegera qirkirina Êzidiyan daxuyaniyek weşand û got, "Bila Şengal neyê jibîrkirin; qîrîna jinên Êzidî di bîra me de deng vedide. Me ji bîr nekiriye, em ê efû nekin."
 
Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk bi boneya 11'emîn salvegera qirkirina Êzidiyan a ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengal pêk hat, daxuyaniyek çapemeniyê weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi hezaran Êzidî hatin qirkirin, jin û zarok hatin kolekirin û li bazaran hatin firotin, tecawiz li wan hat kirin û neçar man ku ola xwe biguherînin.
 
'Yek ji sûcên herî xirab ên li dijî mirovahiyê yên sedsala 21'ye'
 
Meclîsê ev hovîtiya ku hatie serê civaka Êzidî  wekî "yek ji sûcên herî xirab ên li dijî mirovahiyê yên sedsala 21'ê" bi nav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Îro, di salvegera 11'emîn a vê dîroka tarî de, em bi rêzdarî kesên ku me winda kirine bi bîr tînin û berxwedana wan silav dikin. Em qirkirina Elewiyên Ereb û Druziyan li Sûriyeyê şermezar dikin."
 
'Her komkujî bû bingeha ya din'
 
Di daxuyaniyê de hat teqezkirinku her hewldana qirkirinê ya bê rûbirûbûn bingeha komkujiya din e û ev tişt hat gotin, "Em piştgiriyê didin berxwedana jiyana hevbeş a demokratîk, azad û wekhev a jin, zarok û gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Xiristiyan ên Rojava, ku her roj bi gefan re rû bi rû ne."
 
'Modernîteya kapîtalîst û pergala şerê bi serdestiya mêran'
 
Meclîsê teqez kir ku qirkirina Êzidiyan bi rêya têkelkirina polîtîkayên Rojhilata Navîn ên modernîteya kapîtalîst, bêdengiya dewletên navneteweyî û rûyê dijî-jin ê pergala şerê bi serdestiya mêran ve hatiye kirin û ev tişt hat gotin "Sûcdarên komkujiyê bi rastî nehatin darizandin. Travma nehatin dermankirin. Cîgirên DAIŞ'ê bi hedefgirtina Elewî û Durzên Ereb rêya xwe domandin."
 
'Berxwedana jinan rêya me ronî dike'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mekanîzmayên xwerêveberiyê yên ku ji hêla civaka Êzidî ve hatine damezrandin ji hêla hêzên navneteweyî ve nayên nas kirin û wiha hat gotin: "Wekî hilgirên baweriya Elewî û îradeya jinan, em dizanin ku her komkujî berpirsiyariyek e ku were bîranîn. Têkoşîna rêxistinbûn, xweparastin û berxwedanê ya ku ji hêla jinên Êzidî ve hatî destpêkirin rêya me ronî dike. Erka me ya bawerî û wijdanê ye ku em li kêleka meclîs, akademî û avahiyên civakî yên ku wan ava kirine bisekinin û hevgirtinê pêş bixin."
 
'Me ji bîr nekiriye, em ê efû nekin'
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Bila Şengal neyê jibîrkirin! Em ê qîrîna jinên Êzidî ji bîr nekin. Qîrîna jinên Ereb û Durzî di bîra me ya kolektîf de berdewam dike. Bila komkujiyên ku Elewî û Durzî yên Ereb hedef digirin rawestin. Bila mafê xwerêveberiyê ji hemû gelan re were dayîn. Bila azadiya jinan bingeha aştiya civakî be. Me ji bîr nekiriye, em ê efû nekin. Dem bê xwediyê xwe namîne, cîh bê razîbûn namîne, û bindest jî bêçare nînin."