Runiştina Sedef Guler ku hatibû qetilkirin hat dîtin

  • 19:15 23 Tîrmeh 2025
  • Hiqûq
STENBOL- Der barê gumanbarên ku Sedef Guler qetilkirin de doza hatibû vekirin û di runiştina 4’emîn de biryara ‘berdewamkirina girtinê’ der barê gumanbaran de hat dayîn.
 
Li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê 7’ê Hezîrana 2024’an de masîvanan  cesedê Sedef Guler ya hatibû qetilkirin dîtin. Der barê gumanbarên ku Sedef Guler qetilkirin de doz hat vekirin û çaremîn runiştina dozê li 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bakirkoyê hat dîtin.
 
Malbata Sedef Guler, rêxistinên jinan, parêzerên aliyan û gumanbar di runiştinê de amade bûn. Dayika Sedef Guler, Gulîzar Sezer  ya di runiştinê de axivî daxwaza edaletê kir.
Parêzera malbatê Turkan Kara axivî û got divê Îzel, Dîlara û keça gumanbar tevli runiştinê bibin. Turkan Kara got gumanbar Yavuz Gungor dema hatiye girtin li ser hişbir hebûye û dadgehê bi aşkera gotiye ku baronê hişbirê ye.
 
Gumanbar Firat Baykara sûcdarî qebûl nekir û parêzerê wî got divê bi şerta kontrola edlî bê berdan.
 
Dadgehê biryara berdewamkirina girtina gumanbaran da û runiştin taloqî 23’ê cotmehê hat kirin.