
Li Amedê Şahiya Gundan a Zarokan dest pê dike
- 13:10 22 Tîrmeh 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundan bernameya ‘Şahiya Gundan a Zarokan’ dide destpêkirin ku dê 20 rojan bidome.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo ku zarok di betlaneya havînê de bi kêf derbas bikin, bernameyeke ‘Şahiya Gundan a Zarokan’ amade kiriye ku ji atolyeyên çand û hunerê û pêşandanên şanoyê pêk tê. Di çalakiyên ku dê di 23'yê Tîrmehê de dest pê bikin de, zarokên ku li gundan dijîn, dê bi atolyeyên wênesazî-muzîkê û pêşandanên şanoyê re bigihêjin hev.
Yekem ji çalakiyên ku dê li 20 nokteyên cuda werin lidarxistin, dê di 23'ê Tîrmehê de li taxa Akbulak a girêdayî navçeya Pasûrê bê lidarxistin. Di 24-25'ê Tîrmehê de li Uzunova û Kamişli yên Pasûrê; di navçeya Erxanîyê de 28'ê Tîrmehê li Ehmedî, 30'ê Tîrmehê li Şolen, 1'ê Tebaxê li Dîbektaş, 3'ê Tebaxê li Încehidir, 4'ê Tebaxê li Çukurdere, 5'ê Tebaxê li Selman; di navçeya Hênê de 6'ê Tebaxê li Çardaxli, 7'ê Tebaxê li Gurbiz; di navçeya Lîceyê de 8'ê Tebaxê li Qavacix; di navçeya Bismilê de 9'ê Tebaxê li Ambar, 10'ê Tebaxê li Çeltiklî, 11'ê Tebaxê li Qazancî, 12'ê Tebaxê li Çavuşlu; di navçeya Çinarê de 13'ê Tebaxê li Qaraçevre, 14'ê Tebaxê li taxên Yazçiçegi û Ovabax çalakî dê werin lidarxistin.
Çalakiyên ku dê di 29'ê Tîrmehê de li navenda navçeya Sûrê bê lidarxistin, dê di 16'ê Tebaxê de li navenda navçeya Lîceyê bi atolye û pêşandanên şanoyê bi dawî bibin.