
Sansurê teşeya xwe guher, pênûs jî veguherî serhildanê
- 09:02 23 Tîrmeh 2025
- Rojane
Rojda Aydin
NAVENDA NÛÇEYAN – 24’ê Tîrmehê ku li Tirkiyeyê her sal wekî “Cejna Çapemeniyê” tê pîrozkirin, ne pîrozbahiyek ji bo rojnamevanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên e, loma çapemeniya azad sembola têkoşîna li dijî zext, sansûr û girtinan e.
Her çend 24’ê Tîrmehê ku wekî roja rakirina sansûra li ser çapemeniyê bi ragihandina Meşrûtiyeta Duyemîn a 1908’an hatiye qebûlkirin, di gotara fermî ya dewletê de wekî “cejn” tê hesibandin jî, îro bi taybetî ji bo çapemeniya kurd û rojnamevanên jin, ev dîrok sembola berxwedana li dijî zordariya sîstematîk e. Li vê herêmê rojname hatine girtin û rojnamevan hedef tên girtin, bi taybetî rojnamevanên jin, çapemeniya kurd û çapemeniya mûhalîf bi salan e tevî zextên giran jî parastina mafê xwe yê agahdariyê dikin.
Sansûr ranebû, teşe guhert
Bi salan in bi sedan rojnameger hatin binçavkirin û bi dehan jî hatin girtin. Gelek ajans, rojnameger, kovar û televîzyon hatin girtin. Malperên nûçeyan hatin tarîkirin û naverokên înternetê hat astengkirin. Sansûr di çapemeniya azad de tenê şêwe guhertiye. Bi taybetî çapemeniya kurd û çavkaniyên nûçeyan ên ku balê dikişînin ser jinan, di nav saziyên pêşîn de bûn ku hatin hedefgirtin û bêdengkirin. Piştî ‘derbeya 15’ê tîrmehê bi îlankina Rewşa Awarte (OHAL) desthilatdariya heyî dest pêkir û welat bi Biryarên di Hukmê Qanûdê de (KHK) bi rêve bir. Di nîvê şevê de bi derxistina KHK'yan civak û derdorên muxalîf hedef hat girtin. Bi KHK’ ekranên 12 televîzyonan hatin reşkirin û dengê 11 radyoyan hat qutkirin. Azadî TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, VanTV, Dogu Radyo, Gun Radyo, Ozgur Radyo, Radyo Rengîn, Radyo Karacadag, Radyo Ogzur Guneş, Radyo Ses, Radyo Dunya hwd. hatin girtin. Bi sedan rojnameger hatin mexdûrkirin. Lê rojnamegerên ku di saziyên çapemeniyê dixebitin bi girtinan re paşve gav neavêtin. Lê bele tevî van hemû zextan rojnamegerî ku bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” tê meşandin, ji bo ku raya giştî bigihîje rastiyê berxwedana xwe didomîne.
Azadiya çapemeniyê bi pênûsên jinan tê jiyîn
Tevî hemû zextan, kevneşopiya çapemeniya azad ku bi pênûsên rojnamevanên jin hatiye pêşxistin, mafê raya giştî ya agahdarkirinê diparêze. Ne tenê îro, dê sibê jî binivîse; di her şert û mercî de, bi her bihayekî, bi her peyvekê.
Berxwedana bi pênûsa jinê
Rojnamevanên jin di nav aktorên herî girîng de ne ku bi pênûsên xwe hem li dijî pergala medyayê ya serdest a mêran û hem jî li dijî polîtîkayên zordar ên dewletê li ber xwe didin. Jinên rojnameger ku her 24’ê Tîrmehê têdikoşin ku raya giştî li ser gelek mijarên girîng ên wekî wekheviya zayendî, kuştina jinan, pirsgirêka Kurd, polîtîkayên şer û bêcezatiyê agahdar bikin, biryardariya xwe ya ji bo “şopandina rastiyê” dubare dikin. Li gel vê zîhniyeta mêraniyê, rojnamevanên jin zimanê çapemeniyê guhertin û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vekirin, di heman demê de pergala hevserokatiyê bi vekirina Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) li vê qadê dest pê kir. Bi helwesta bi biryar a rojnamevanan, nivîsandina rastiyan berdewam dike.
Ji rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Arjîn Dîlek Oncel, li ser mijarê axivî û diyar kir ku 24’ê Tîrmehê divê ne “cejnek” be, lê “rojek rûbirûbûnê” be.
Sansur berdewam dike
Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku 24’ê Tîrmehê ji bo xuyakirina şert û mercên dijwar ên ku rojnamevan dijîn girîng e û wiha got: “Mixabin, ev demek dirêj e ku em nikarin vê rojê wekî cejnekê pîroz bikin. Ji ber ku sansur berdewam dike û zilm zêde dibe. Me got salvegera rakirina sansurê ye, lê ji bo me, sansur hîn jî berdewam dike.
‘Xwestin rojnamegeran bêndeng bihêlin’
Arjîn Dîlek Oncel, bi bîr xist ku di salên 1990’î de xebatkarên çapemeniya azad li kolanan hatin qetilkirin û rojname hatin bombebarankirin û got ku dewletê rêya bêdengkirina rojnamevanan di wê demê de wekî “tunekirina wan” dît. Arjîn Dîlek Oncel, diyar kir ku rojnamegerên wekî Metîn Goktepe, Mûsa Anter, Nazim Babaoglû û Cengîz Altun bi kuştinên kiryar nediyar hatine xwestin bên bêdengkirin û wiha domand: “Salên 1990’î hîn jî di bîra me de ye. Ev nav tenê çend mînak in. Her yek ji wan li bajarên cuda hatin qetilkirin. Wekî çapemeniya azad, em vê dîrokê ji bîr nakin û balê dikişînin ser tiştên ku em di salvegerên wan de û di her zilm û zordariya ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin de dijîn. Her wekî ku me di 24’ê Tîrmehê de bal kişand ser tiştên ku rojnamevanan dijîn.”
‘Di salên 2000î de cureyek nû ya zilmê dest pê kir’
Arjîn Dîlek Oncel, teqez kir ku di salên 2000’î de jî pêlên binçavkirin û girtina rojnamevanan derketine holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me dikin girtîgehan ji bo ku em nûçeyan çênekin. Rojnamevanên derve hewl didin ku bi xebateke xurtir vê valatiyê tijî bikin, lê hilberîna nûçeyan bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Dozên li dijî me hatine vekirin û demên binçavkirinê jî cureyek ji sansurê ne.”
Di sala 2024’an de 118 kes hatin binçavkirin, 26 kes hatin girtin
Arjîn Dîlek Oncel, diyar kir ku li gorî raporên ku ji hêla MKG û DFG'ê ve hatine amadekirin, tenê di sala 2024’an de 118 rojnamevan hatine binçavkirin û 26 jî hatine girtin û destnîşan kir ku ev rojnamevanên xebatkarên çapemeniya azad û Kurd bûn. Arjîn Dîlek Oncel, got ku rojnamevanên ku di bin lêpirsînê de ne neçar dimînin ku serî li otosansurê bidin û wiha pê de çû: “Ew rojnameger demek dirêj dîl hatin girtin û ev 26 rojnamevan, rojnamevanên Kurd bûn. Ev yek azadiya fîzîkî di rojnamegeriyê de tehdît dike. Dîsa, lêpirsîn li dijî heman hejmar rojnamevanan hate destpêkirin. Mixabin, her rojnamevanek ku lêpirsîn lê tê kirin piştî demekê neçar dimîne ku xwe otosansur bike. Ji ber ku ew hîs dike ku divê ew bi awayekî xwe biparêze. An jî ew nikarin bi hêsanî biçin taxên ku berê diçûn. Her çend ew dikare bi hêsanî qelema xwe bikar bîne da ku biaxive jî, ew neçar e ku bi awayekî gotara xwe biguherîne, dema ku ew dixwaze di polîtîkayên şer ên hikûmetê de gotinek hebe neçar dimîne digûherîne. Ev di rastiyê de cûreyek sansurê ye. Ev rewş bandorê rojnamegeran û rojnamegeriyê dike.”
Sansurê bi qanûnê rewa dikin
Arjîn Dîlek Oncel, destnîşan kir ku rêziknameyên qanûnî yên wekî rêziknameya ajantiya bi bandor û “qanûna dezenformasyonê” ku di sala 2022’yan de ketin meriyetê, çalakiyên rojnamegeriyê krîmînalîze dikin û wiha axivî: “Niha her nûçeyek dikare bibe sûc. Ev qanûn rojnamegeriyê ne gengaz dikin.”
‘Di girtîgehan de jî pênûs diaxivin’
Arjîn Dîlek Oncel, destnîşan kir ku rojnamevanên girtî jî bi nûçeyên xwe ji girtîgehê ji raya giştî re deng vedidan û ev tiştan anî ziman: “Hevalên me yên ku li ser mijarên wekî binpêkirinên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş nûçe ji hundir dişandin derve, xebatên xwe yên rojnamegeriyê di hundir de jî didomandin.”
Biryariya çapemeniya azad
Arjîn Dîlek Oncel, bi bîr xist ku rojnamevan Zeynep Dûrgût ji ber ku li Şirnexê pêvajoyek dadgehê dişopand gef lê hatiye xwarin û wiha dewam kir: “Her çiqas ji aliyê malbateke ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi AKP’ê re tê zanîn ve hatibe tehdîtkirin jî, Zeynep paşve gav neavêt. Ev helwest biryardariya çapemeniya azad nîşan dide.”
‘Ger ku samîmî ne bila ewil zextan rabikin’
Di dawiyê de, Arjîn Dîlek Oncel behsa îhtîmala aştî û pêvajoya çareseriya demokratîk kir û ev bang kir: “Eger hikûmet dixwaze di vê pêvajoyê de samîmiyeta xwe nîşan bide, divê pêşî zextên li ser çapemeniyê rake. Ji bo aştiyê hêviyek ava bûye. Em wekî rojnamevan bi hêviyê li vê pêvajoyê dinêrin, lê pêşî divê astengiyên li pêşiya çapemeniya azad werin rakirin.”