
ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 21 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Jinên Amedê der barê merasîma şewitandina çekan a li Silêmaniyê pêk hat axivîn û diyar kirin ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk gavek dîrokî avêtiye û ew tevî her tiştî aştiyê diwazin. Her wiha diyar kirin ku divê dewlet jî gavê bavêje. DÎMEN HEYE
*Jinên Wanî der barê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye de axivîn û gotin merasîma di 11’ê Tîrmehê de hatiye kirin gavek girîng e û divê êdî dewlet gavê bavêje. DÎMEN HEYE
*Siyasetmedar û aktîvîstên jin diyar kirin ku banda duyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şewitandina çekan pêvajoyek dîrokî ye û ev tişt gotin: “Vê pêvajoyê wêran nekin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka TUHAY-DER’ ya Wanê Rengîn Karabulut, da zanîn ku tevî pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye jî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan didomin û got divê tecrîd bidawîbe, binpêkirin bidawî bin û girtiyên nexweş bi bên berdan. DÎMEN HEYE
*Xecê Tekîn ya pêvajoya pevçûnê de kurê wê Çekdar Ararat jiyana xwe ji daye, der barê merasîme şewitandina çekan a PKK’ê de axivî û got: “Bi qasî êşa ku min di şehadeta kurê xwe de jiyan ev merasîm jî bi min zor hat. Gavek zor û girîng e. Bila ev gav bibe wesîleya aştî û azadiyê.”
DÎMEN HEYE
*Heyeta Aqilmendan ya wek lingê civakî yê Pêvajoya Çareseriyê hat avakirin, hêviyên der barê aştiyê bilind kir. Lê heyet çiqas bû hêz. Di pêvajoyê nû de ji bo komîsyona meclîsê ya wê bê avakirin em li tecrubyên pêvajoya çareseriyê binêrin. DOSYA