Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:59 1 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'yê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn.