Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-11-01 11:59:28   STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'yê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn.