Balafirên şer Gundê Xanê bombebaran dikin

  • 18:57 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Xanê yê di navbera Girê Spî û Kobanê de bombebaran dikin. 
 
Artêşa tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Balafirên şer ên dewleta tirk di van kêliyan de Gundê Xanê ya di navbera Girê Spî û Kobanê bombebaran dike. 
 
Her wiha balafirên dewleta tirk  Eyn Îsa jî bombebaran dikin. Di heman demê de balafirên bê mirov (Keşif) jî li ser navçeyan digerin.