Balafirên şer Gundê Xanê bombebaran dikin 2019-10-17 18:57:42   KOBANÊ - Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Xanê yê di navbera Girê Spî û Kobanê de bombebaran dikin.    Artêşa tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Balafirên şer ên dewleta tirk di van kêliyan de Gundê Xanê ya di navbera Girê Spî û Kobanê bombebaran dike.    Her wiha balafirên dewleta tirk  Eyn Îsa jî bombebaran dikin. Di heman demê de balafirên bê mirov (Keşif) jî li ser navçeyan digerin.