70 donim zeviyê genim şewitî

  • 15:27 16 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Li navçeya Çinarê ya Amedê 70 donim genimê çandî şewitî û tev bû xwelî. 
 
Li Gundê Melpolatê yê Navçeya Çinara Amedê 70 donim zeviya genim a çandî tev şewitî û bû xwelî. Di saetên nîvro de agir bi zeviya genim ket û 70 dolim tev şewitî. Welatiyên ku dîtin agir bi zeviya genim ketiye bang li rayedarên agirkujê kirin. Piştî yekîneyên agirkujê û welatî çûn qadê bi maşînê agirkujê û derfetên xwe zevî vemirandin. Welatiyan piştî mudaxaleya saetan agir vemirandin. Nehat zanîn ku ji ber çi agir bi zeviyê ketiye.