70 donim zeviyê genim şewitî 2019-06-16 15:27:55   AMED - Li navçeya Çinarê ya Amedê 70 donim genimê çandî şewitî û tev bû xwelî.    Li Gundê Melpolatê yê Navçeya Çinara Amedê 70 donim zeviya genim a çandî tev şewitî û bû xwelî. Di saetên nîvro de agir bi zeviya genim ket û 70 dolim tev şewitî. Welatiyên ku dîtin agir bi zeviya genim ketiye bang li rayedarên agirkujê kirin. Piştî yekîneyên agirkujê û welatî çûn qadê bi maşînê agirkujê û derfetên xwe zevî vemirandin. Welatiyan piştî mudaxaleya saetan agir vemirandin. Nehat zanîn ku ji ber çi agir bi zeviyê ketiye.