Wezîrî Karê Hundir jina ku hat tacîzkirin, tehdît kir

  • 13:11 21 Sibat 2019
  • Rojane
ENQERE - Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu jina bi navê Merve Demirel a ku ji aliyê polîsan ve hat tacîzkirin tehdît kir û got:"Em ê li dadgehê hevdu bibînin."
 
Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu jina bi navê Merve Demirel a ku ji aliyê polîsan ve hat tacîzkirin tehdît kir û got:"Em ê li dadgehê hevdu bibînin. Di destên me de belgeyek wiha heye ku dê kesên ku ji ewladê me dibêjin tacîzkar ew ê bibînin."
 
Berî vê daxuyaniya dawî ya wezîr nûçegîhana Arti Gerçek, Derya Okatan a ku bi Merve re roportaj kiribû serê sibehê hatibû binçavkirin.