Wezîrî Karê Hundir jina ku hat tacîzkirin, tehdît kir 2019-02-21 13:11:35   ENQERE - Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu jina bi navê Merve Demirel a ku ji aliyê polîsan ve hat tacîzkirin tehdît kir û got:"Em ê li dadgehê hevdu bibînin."   Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu jina bi navê Merve Demirel a ku ji aliyê polîsan ve hat tacîzkirin tehdît kir û got:"Em ê li dadgehê hevdu bibînin. Di destên me de belgeyek wiha heye ku dê kesên ku ji ewladê me dibêjin tacîzkar ew ê bibînin."   Berî vê daxuyaniya dawî ya wezîr nûçegîhana Arti Gerçek, Derya Okatan a ku bi Merve re roportaj kiribû serê sibehê hatibû binçavkirin.