Li Gimgimê Newroz hat pîrozkirin
- 11:43 23 Adar 2026
- Rojane
MÛŞ -Li Gimgimê di pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşma "Azadî û Demokrasiyê" ku hat pîrozkirin bang li hikûmetê hat kirin gavên şênber biavêje.
Li Meydana Koxê ya navçeya Gimgimê ya Mûşê, bi beşdariya hezaran kesan û bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê”, pîrozbahiya Cejna Newrozê hate lidarxistin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de, weke berteka li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê payin ji nava sînorên gundê Xwarikê yê Gimgimê were destpêkirin, pankarta “Ev xak mîrateya kal û bavan e, emanetê nifşên pêşeroje ye" hate hilgirtin. Piraniya welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn û xwe bi rengên kesk, sor û zer xemilandibûn. Pîrozbahiya Cejnê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya di pîrozbahiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Hezar silav ji Kawayên li dijî Dehaqan li ber xwe didin. Newroza we pîroz be.” Hevşaredar Giyasettîn Aydemî jî diyar kir ku Newroza îsal Newroza azadiyê ye û wiha domand: “Newroz, sembola aştî û berxwedanê ye. Agirê Newrozê jiyana azad dirêse. Agirê berxwedanê yê Kurdan bi sedan sala ye mezin dibe. Îro pêvajoya aştiyê heye. Hêvîdarim Abdullah Ocalan ku ev pêvajo daye destpêkirin azad bibe.”
'Abdullah Ocalan rola xwe lîst’
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajar Umut Yilmaz jî Newroza gel pîroz kir û piştre îşaret bi projeyên talana ekolojîk ên li ser Gimgimê kir. Yilmaz, wiha axivî: “Em ê destûrê nedin ku ew destê xwe nêzî av û xwezaya Gimgimê bikin. Xwediyên Gimgimê hene. Dixwazim li vir bangî îktîdarê bikim; birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bicih anî. Niha dora we ye. Li vê navçeyê di her malê de kesên li sirgûnê, yên girtî hene. Gimgim, dixwaze gavên qanûnî bên avêtin.”
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bajar Çîçek Tutuş jî destnîşan kir ku ew li keleha berxwedanê bang dikin û wiha dom kir: “Daxwaza me azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û statuya gelê Kurd e.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Îlyas Aslan jî got ku bi Newrozê re firsenda vejînê û rê nîşanî gelên Rojhilat Navîn dide.
Piştî axaftinan, welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerand. Di dema gerandina govendê de agirê Newrozê hate hilkirin. Ciwanan, demekî dirêj li dora agir govend gerand û xwe ser agir re avêtin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.







