‘Ji bo serkeftina pêvajoyê em ê hewl bidin’
- 09:02 8 Çile 2026
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
ÎZMÎR - Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye ya Îzmîrê Hacer Yeşîlçay da zanîn ku raporên partiyên siyasî yên pêvajoyê, nêzîkatiya wan ya li hember pêvajoyê nîşan dide. Hacer Yeşîlçay got divê pêvajo bi zexteke otorîter nemeşe û got: “Em ê hem aştiyê hem jî têkoşîna li dijî otorîteyê bi hev re ava bikin.”
Komîsyona Xwişk-Bira, Demokrasî û Piştevaniya Mîllî, piştî ku hemû partiyên siyasî raporên xwe yên pêvajoyê teslîmkirin şûnde ji bo rapora giştî binivîse xebatên xwe du mehên din dirêj kir. Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye ya Îzmîrê Hacer Yeşîlçay der barê raporên pêvajoyên yên partiyên siyasî de axivî û da zanîn ku divê desthilatdarî der barê pêvajoyê de zimenekî erênî û diyalogê ava bike.
Hacer Yeşîlçay daxuyakirin ku nêrîna partiyên desthilatdarî û serdest û nêrîna wan a li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk cudaye û got sedema naverokên di raporên ku AKP, MHP û CHP’ê amade kiriye û daye komîsyonê têkildarî nêrîna wan ya li hember pêvajoyê ye. Hacer Yeşîlçay wiha vegot: “Ev rewş di binavkirina pêvajoyê de jî pir baş tê dîtin. Pirsgirêk ne tenê ku di rapora AkP’ê de yekitiya neteweyî û xwik-biratiye. Ji destpêkê de çarçoveya Tirkiyeya bê teror de pêvajo hat sînorkirin û daxistin berdana çekan. Beriya rapora komîsyonê jî me şahidiya avakirina zemînek wisa dikir. Ji ber vê jî di raporê de cihnedigirtina mafê ziman, demokrasiya herêmî, polîtîkayên qeyûm û gelek mijarên din tê fêmkirin. Li pêş pêvajoyê astengiyên cidî hene.”
‘Divê hêvî neyê windakirin’
Hacer Yeşîlçay diyar kir ku ev pêvajo gelek girînge û ev tişt anî ziman: “Em pêvajoyê û pêşketinên hatine jiyîn girÎng idbînin. Raporên li ser nelihevkirin hene di esasê de metnên polîtîk yên pêvajoyê ne. Pêvajo ji 1’ê cotmeha 2024’an de ye didome. Divê bê vêmkirin ku têkoşîn heman demê de li ser maseya muzakereyê cereyan dike. desthilatdariya ku pêvajoyê li ser Tirkiyeya bê teror û yekitiya mîlî sînor dike, DEM Partî û gelê Kurd li alî çareseriyek mayînde ne. Divê dest ji helwestên bê hêvî bê berdan.”
‘Divê zimanekî erênî diyalogên erênî bên avakirin’
Hacer Yeşîlçay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi têkoşîna têkoşîna yekbûyî pêvajo dikare bigihêje hedefa xwe. Divê berdevkên bloka dehsilatdariyê dest ji gotinên ku pêvajoyê dike xetereyê berde. Divê zimanekî erênî diyalogek baş bê avakirin. Otorîterbûyîn û pêvajo di heman demê de pêşketin pirsgirêke. Avabûna komîsyonê girîng bû. Lê me her tim digot ev têr nake.Tişta ku zemîna aştî û civaka demokratîk ava dike avakirina têkoşîneke ku aştiyê diparêze ye.Ev hîna jî wisa ye. Pêvajo didome. Yên xwedî li pêvajoyê derkevin divê torên aştiyê ava bikin. Divê bi kesên ku der barê pêvajoyê de gumanan diafirînin re nîqaşên îdeolojîk bên meşandin.”







