Jin ber bi fûhûşê ve tên kaşkirin
- 12:46 2 Mijdar 2025
- Rojane
Şehriban Aslan-Rabia Onver
AMED - Her çend polîtîkayên şerê taybet bi salan e li Kurdistanê têne sepandin jî, mînaka herî berbiçav a vê yekê di şahidiya jinekê de tê dîtin ku em ji ber sedemên ewlehiyê navê wê nadin. Vê jinê diyar kir ku R.G. bi destên dewletê ciwanan ber bi bikaranîna hişbirê û fûhûşê ve kaş dike. Vê jinê got R.G. jê re gotiye:"Ez gerîlayek berê me, şoreşger im."
Polîtîkayên şerê taybet ên demdirêj li Kurdistanê bi rêbazên piralî têne kûrkirin. Hewldanên belavkirina madeyên hişber ên ku ciwanan hedef digirin, fihûş bi rêya laşên jinan û polîtîkayên asîmîlasyona çandî armanc dikin ku nifûsê ji nasnameya wê dûr bixin û civakê gendel bikin. Yek ji bandorên herî berbiçav ên van polîtîkayan ew e ku jinan bi rêbazên wekî çavtirsandin, şantaj û karanîna madeyên hişber û fihûşê re rûbirû bikin.
Herî dawî, li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, êrişa çekdarî li hemberî "S.M Karsaziya Îktisadî ya Komeleya Hunermendan" pêk hat.
Li gorî agahiyan, ev avahiya sê qatî ye, qatek wekî qehwexane tê bikaranîn, qatek din wekî kafe û qata jorîn jî wekî gazîno dixebitî. Xwediya kafeya "Roj-Dem", ku di hundurê avahiyê de ye, jinek bi navê R.G. ye. Tê îdiakirin ku R.G. ji jinên ciwan re dibêje "ew endamek berê ya PKK' yê" û li wir wan neçar kiriye ku bixebitin û fuhuşê bikin.
Di lêkolîna me ya li ser vê mijarê de, em bi jinekê re axivî ku berê li kafeya Roj-Dem dixebitî û ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike.
Wê behsa birîna li ser milê xwe kir
Jinikê, ku got mifteya mala R.G. li cem wan e, got, "Her tim mifteya mala patrona me bi me re bû û em sê karmend carinan diçûn mala wê. Wê mifteya dikanê jî dida me. Li ser dîwarê mala wê alaya Kurdistanê hebû. Xanî tijî şûşeyên araqiyê bû. Zendikên zer, sor û kesk û kulîlkên bi heman rengî hebûn. Mînak, wê ji me re got ku birîna li ser milê wê ji pevçûnekê ye. Dema gerîla bû ev çêbûye. Wê qet nedihişt em li kafeyê stranên tirkî lê bidin. Wê her tim stranên berxwedanê yên Kurdî lêdixist, lê gava endamekî polîsan dihat, ew tavilê bi me hêrs dibû, dipirsî çima em van stranan lêdixin û hişyarî dida me ku em stranên Tirkî lêxin. R.G. jinên ciwan dixapand."
Jinikê çawa dest bi vî karî kiriye, rave kir û got ew bi rêya hevalekî xwe çûye kafeya R.G. da ku guh bide muzîka zindî. Wê got, "Hevala min ji min re got ku nasekî wê kafeyek bi alkol û muzîka zindî vekiriye, ji ber vê yekê em çûn wir. Jinikê em dît, hat ser maseya me û pirsî ka ez dixwazim bixebitim. Dema ku min got ez dixwazim bixebitim, wê ez wekî xizmetkara metbexê girtim. Dema ku ez li wir dixebitîm, gelek malbat dihatin û bertekên neyînî nîşanî wê didan. Malbatan bi wê re nîqaş dikirin, heta êrîşî wê dikirin. Wan digotin ku ew ji bo zarokên wan mînakek xirab bû û cihê ku ew lê dixebitin ne ewle bû."
Jin ber bi fûhûşê ve dikişand
Jinekê diyar kir ku R.G. jin ber bi fuhuşê ve kaş dikir. Wê got, "Patrona me jin dianî kafeyê da ku pere qezenc bike. Dema ku mêr dihatin, ew diçû ser maseyan. Hem patrona me û hem jî jin pere qezenc dikirin. Jin ber bi fûhûşê ve dikişand. Carekê, wê ji min re got ku endamekî Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Mehmet Aga, tê kafeyê û ji min re got pê re biaxive. Patrona min ji min re digot, 'Ev mêr karta xwe ya krediyê nade min, tu here jê bistînî; tu dikarî vê bikî.' Wê heta jimara min da Mehmet Aga, ku ji min re peyamek şand û got ku ew dixwaze were kafeyê û bi min re vexwe, lê min red kir. Û gava ev mêr, Mehmet Aga, dihat kafeyê, wî her gav çeka xwe dida R.G., û R.G. çek dixist kasaya xwe ya li kafeyê."
Jina ku behsa R.G kir ev tişt lê zêde kir:" Berê jinek bi navê A. li kafeyê dixebitî û got baweriya xwe bi R.G. neyne. R.G. jê re gotiye xizmekî min dewlemend e tu jî pereyê wî bixwe. Her wiha xebatkareke wê ya bi navê D. hebû. Zarokek D. yê hebû. D. bûbû hevalê birayê R.G. R. G. digot ew baweriya xwe bi D. tîne. Digot bi mêrên tên kafeyê re rûdinê û pereyên zêde ji wan dixwe."
'R.G. ji bo ciwanan hişbir pêde dikir'
Jina ku îdia kir ku hevalên R.G., kesên derdora wê û hin polîs li kafeya wê madeyên hişberê bikar tînin, wiha dewam kir, "Piştî ku em nîvê şevê ji kafeyê derdiketin, ew dihatin û vedixwarin. Carekê, min dît ku muşteriyek madeyên hişberê li ser tasekê li metbexê datîne û ji wir vedixwe. Bê guman, R.G. dîsa dîmenên kamerayê jê dibir. Muşteriyekî din got ku ew nikare li cîhekî din vexwe, lê bi saya R.G., li kafeya R.G. vedixwe. Li jêr kesên ku krîstal bi kar dianîn jî hebûn; R.G. ew kes bû ku madeyên hişberê dida ciwanan. Carekê mêrek hat kafeyê û bertek nîşanî R.G. da û got, 'Tu li vir bi navê şehîdan dixebitî, lê bazirganiya jinan dikî.' Dema wî wisa got, R.G. min rasterast şand jor. Wê êrîşî wî mêrî kir, şûşe li serê wî şikand û dû re dîmenên kamerayê dîsa jê bir."
'Herî zêde polîs dihatin'
Jina ku axivî diyar kir ku R.G. ji polîsên ku hatibûn kafeyê pere qebûl nedikir û got, "Polîs dihatin û alkol vedixwarin. Tevî fatureya hesabên wan zêde bû jî pere nedidan. R.G. heta pere jî negirt. Heta kesek ji ofîsa leşkeriyê jî hebû û hesabê wan 17,000 TL bû. Min nedît ku kesekî pere da. Ez nizanim leşker bû an polîs bû, lê wî got ku ew ê wê fatûreyê nede. Polîsek din li jorî kafeyê kokain dikişand. Min ji R.G. re got. Wê ji min re got mudaxele neke."
Jinikê wiha domand: "Kesekî ku li wir dixebitî ji min re got baweriya xwe bi R.G. neyne ew bazirganiya jinan dike. Wê got ku R.G. bi taybetî jinên ciwan teşwîq dikir ku bi wê re bixebitin. Min rastî dît. Heta ku hûn nekevin çalekê, hûn tiştekî nizanin û nabînin. We gelek derew dikir. Ew bi me re bi xweşî diaxivî û me dixist nav xefikekê. Carinan me guh didan axaftinên wê yên telefonê. Wê gef li kesên ku ew pê re diaxivî dixwar û digot, 'Ger ez we bikujim, ew ê hestiyên we jî nebînin.' Jinek din jî bi me re dixebitî. Ev jin bi hevalek R.G. re flort dikir; dema ku R.G. pê hesiya, wê gef li wê, zarokên wê û malbata wê xwar. Dema ku min rastî dît û malbata min nexwest, min dev ji kar berda."







