Du sal in di bin destdirêjiya emniyetê de ye
- 09:03 2 Mijdar 2025
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Gulîstan Onver ku di televîzyonê de dît ku kurê wê li Rojava jiyana xwe ji dest daye û carek din agahî jê negirt, ev du sale bi tacîz û tehîdên polîsan re tê rû hev. Gulîstan Onver ku der barê vê de pêvajoya hiqûqî da destpêkirin wiha got: “Em nizanin wê sibê çi bê serê me. Ji ber em tên tehdîdkirin. Em li dijî van pêkanînan serî natewînin.”
Pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye desptêkirin, tevî 8 meh li pey xwe hiştiye jî, li dijî "hêviya aştiyê" li Kurdistanê polîtîkayên sîxuriyê di dewrê d ene. Di 8 mehan de bi numareyên taybet polîs li gelek kesî geriyan û kesên ku vexwendiya wan qebûl nekir tên tehdîdkirin. Yek ji mînaka dawî li Wanê hat jiyîn.
Gulîstan Onver li Wanê dijî û di televîzyonê de dît ku kurê wê di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ij dest daye. Gulîstan Onver û malbata wê bi mehand e ji aliyê polîsan ve tên tacîzkirin. Bi dehan carî lê geriyane û gotine were qerekolê. Gulîstan Onver li ser vê serî li ÎHD’a Wanê da. Gulîstan Onver got serlêdanê hîna tehdîd û tacîz didomin.
‘Tu neyê em ê te bi zorê bibin’
Gulîsan Onver wiha got: “Du sale dem bi dem polîs li hevjînê min digerin û nerehet dikin. Pirsan dipirsin. Hevjînê min dibêje agahiya me ji kurê min tuneye. 9’ê Tebaxê de ji Fermandariya Cendermeyan a Geverê geriyan. Gotin runiştina kurê te heye û divê tu bê. Min got ez ji 2014’an ye agahiyî ji kurê xwe nagirim. Ew bi israr dibêjin werin. Min jî got ez nayêm. Gotin tu neyê em ê te bi zorê bibin.”
‘2-3 mehan carê digerin’
Gulîstan Onver wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hefteya borî polîs dîsa li hevjînê min geriyan. Gotine kurê te li derveyê welate divê bê belgeyekê îmze bike. Hevjînê min gotiye agahiya wî ji jê tuneye. 2-3 mehan carê digerin. 20’ê Cotmehê de Emniyeta Wanê li min geriya. Gotin divê kurê te bê belgeyê îmze bike. Min got agahiya me jê tuneye. Bi israr gotin divê tu bê emniyetê. Min got ez nayêm. Gotin em ê bên te bibin.
Çend roj çûnde ez bi parêzerê xwe re çûm emniyetê. Min li wir got her roj li me digerin û nerehet dikin. Wan jî got ‘na yên digerin ne em in.’ Ew dibêjin qey bi vî awayî me bixapînin. Daxwazname nivîsin.Daxwazameya wan amade kiribû hewl dan bi me bidin îmzekirin. Min qebûl nekir. Li ser vê em tehîdkirin. Dixwazin bi van pêkanînan serî me bidin çewisandin.
Kurê min di 2014’an de winda bû û 2016’an de di YPG’ê de jiyana xwe ji dest da. Li Rojava merasîma cenazeyê pêk hat lê nizanim kurê min bû an na. Me tu agahî ji kurê min negirt. Me li dijî tehdîd û zextên polîsan serî li ÎHD’ê da. Em nizanin wê sibê çi bê serê me. Em ê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin.”







