‘Tevgera Azadiya Kurd îdiayan mezin dike, divê dewlet gavê bavêje’

  • 09:02 2 Mijdar 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA - Başak Saridal der barê daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd ku di 26’ê cotmehê de da û daxuyakirin ku ji Tirkiyeyê vedikişin de axivî û got: “Pêvajo tevî ku ji ser çapemeniyê wek propaganda hat meşandin jî Tevgera Azadiya Kurd bi biryarek mezin îdia û biryarên xwe mezin dike. Divê dewlet jî gavên hiqûqî û siyasî bavêje.”
 
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê cotmehê de di esasa erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan de li Qendîlê daxuyaniyek dîrokî da. Tevgerê di daxuyaniyê de da zanîn ku di esasên biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de, hêzên xwe yên  Hezên Parastına Gel (HPG) û Yekiniyen Jinên Azad-STAR (YJA-STAR) ji Tirkiyeyê vedikişîne. Bi vê gavê re pêvajo ket qonaxa duyemîn. Di rayagiştî ya cîhanê û bi gelê Kurd re vê daxuyaniyê deng da.
 
Der barê mijarê de aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Başak Saridal nirxandina  kir.
 
‘Bi pêvajoyê re rolek mezin a jinan hebû’
Başak Saridal da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurd bi salane têkoşînê dimeşîne û tevgera azadiya Kurd berê jî di 1993, 2013 û 2015’an de ji bo aştiyê gav avêtine lê bêguman ev gav bê bersiv hatine hiştin. Başak Saridal wiha anî ziman: “Bi banga 27’e Sibatê re pêvajoyek nû detst pê kir. Ji 27’ê Sibatê şûnde PKK’ê gavên dîrokî avêtin. Daxaza aştiyê bi gavên şênber nîşan dide. i pêvajoyê re roleke mezin a jinan hebû.   Tevî zilm û qetiklirinên jinan, jin îro hîna li kolanane û li ber berxwe didin.”
 
‘Zayendperestî kakila neçareseriyê ye’
 
Başak Saridal destnîşan kir ku ji 27’ê Sibatê heta niha pêvajoya hatiye destpêkirin tê provoke kirin û wiha anî ziman: “TJA û meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan di dîrokên cuda de çalakî pêk anîn û ev çalakî hatin provokekirin. Di daxuyaniya ku hevala Pervîn da de, parlamenterên Îyî Partiyê peyamên zayendperest dan. Ev hemû kakila neçareseriyê ye.”
 
‘Tevgera Kurd bi biryarbûnê îdiayên ji bo aştiyê mezin dike’
 
Başak Saridal diyar kir ku tevgera azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê her tim xebatan dimeşînin û wiha anî ziman: “Pêvajo tevî ku ji aliyê çapemeniyê ve wek propaganda bê nîşandan jî tevgera Azadiya Kurd bi israr îdiayên ji bo aştiyê mezin dike, biryarên xwe mezin dike û gavên dîrokî davêje. Divê dewlet li hember van gavan bêje. Avêtina gavan wê pêşiya pêvajoyê vebike. Abdullah Ocalan tevî hemû zext û tecrîdê jib o aştiyê xebat meşandiye. Divê dewlet jî êdî gavên siyasî û hiqûqî bavêje.”