Ji Şaredariya Rêya Armûşê ji bo jinan qada piştevaniya çandiniyê

  • 09:08 3 Tîrmeh 2025
  • Ked/Aborî
 
WAN - Jin li bîstanê ku şaredariyê tahsîs kiriye hilberînê dikin û parve dikin, li dijî krîza aborî jî qada berxwedanê ava dikin. 
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rêya  Armûşê, li taxa Şafak  projeya ‘bîstanê bajar a jinan’ ava kir. Di çarçoveya projeyê de jinan fêkî û sebze çandin. Jinên taxê derbarê bîstanan de axivîn û diyar kirin ku bîstan ji bo piştgiriya debara wan, derbaskirina demê û piştgiriya ji bo hev bi fêde ne. 
 
Sedema çandina bîstan jin û gel in 
 
Vasviye Kiye da zanîn ku divê jin bên bîstan, sebze û fêkiyan biçînin û wiha got: “Şaredariyê ev bîstan ji bo jin û gel tahsîs kir. Divê jin xwedî li vî bîstanî derkevin. Min jî di xebata bîstan de cihek girt. Ez li baxçeyê mala xwe jî bîstan çêdikim. Karekî zehmete lê ji xwe her kar zehmete. Karê me xweş û bi kêfe. Şaredariyê ev derfet da me. Em kêfxweşin.  Em ji şaredariyê re spas dikin. Divê ji bo malbat, dayik û ciwanan alîkarî bê dayîn. Em di vî bîstanê de sebzeyan diçînin.” 
 
‘Divê em ji hev re bibin destek’ 
 
Vasfiye Kiye wiha dawî lê anî: “Em ê sebzeyan bidin kesên hewcedar. Kurd ji alîkariyê hez dikin. Kurd ciwanmer û mîvanperwerin. Divê em ji hev re bibin destek. Divê em bersivê bidin hewcedariyên hev. Divê em alîkariyê bidin hev.” 
 
‘Em ê projeyên xwe bidomînin’ 
 
Endama Şaredariya Rêya Armûşê Yildiz Tuncer destnîşan kir ku yekane bîstanê bajar ê li herêmê şaredariya Rêya Armûşê vekiriye û got: “Bîstan li ser daxwaza jinan hat vekirin. Sala borî jî bîstanên me hebûn. Me di roja dayikan de diyarî kiribû. Me îsal jî di roja dayikan de diyariyî dayikan kir. Wê projeyên me yên wisa bidomin. Bîstanê Bajar li ser 2600 metrekareyî hat avakirin. Me da 40 jinî. Armanc ev bû ku jin piştgriya malbata xwe bikin, dema xwe derbas bikin û qadek wan hebe. Ji bo me ewil jin û ciwan tên. Çi ji destê me bê em ê bikin.”