
Piştî 11 salan kevneşopî dewam dike
- 09:02 1 Tîrmeh 2025
- Çand û Huner
Memîhan Zeydan
BÊDLÎS - Hevberdevka Koordînasyona Mîhrîcanê Adar Taş li ser mîhrîcana ku li Tetwanê bûye kevneşopiyek û piştî 11 salan careke din tê lidarxistin kir û got, "Armanca me ew e ku em mîrateya wan deman bigirin û pêşdetir bibin."
Mîhrîcana ku li Tetwanê bûye kevneşopiyek herî dawî di sala 2013'an de hate lidarxistin. Kevneşopiya ku ji ber tayînkirina qeyûman a bisalan nekarî bidome, îsal bi guhertina rêveberiya şaredariyê dîsa bidome. Mîhrîcana ku piştî 11 salan wekî kevneşopiyek tê lidarxistin, bi dirûşma "Em bi hunera azad rêya aştiyê vedikin" cara 57emîn hate lidarxistin.
Hevberdevka Koordînasyona Mîhrîcanê Adar Taş nirxandin li ser mîhrîcana ku piştî bi salan hate lidarxistin kir.
Adar Taşî, diyar kir ku ev mîhrîcan xwedî çîrokeke dirêj e, got ku xelkê Tetwanê ji zarokatiyê ve hem beşdar û hem jî xwediyê mîhrîcanê ne û wiha berdewam kir, "Nêzîkî 11 salan e ku me wekî DEM Partiyê nikaribû vê mîhrîcanê li dar bixin. Cara dawî me di sala 2013'an de li dar xistibû. Di 10 salên dawî de valahiyek çêbûye. Bê guman, ji wê demê ve gelek tişt guherîne. Me fêm kir ku di warê çand û hunerê de valahiyek heye. Xelkê Tetwanê jî dixwazin mîhrîcanê tijî û bihêz li dar bixin. Piştî 11 salan lidarxistina wê cihê hestiyariyê ye Armanca me ew e ku em mîrateya wan deman bigirin û bigihînin pêşve bixin. Ji ber vê yekê, me bi rastî berpirsiyariyek mezin girtiye ser xwe."
'Meh û nîveke em amadekariyê dikin'
Adar Taş ku behsa daxwaza gel a ji bo mîhrîcanê kir, got, "Me jî wekî rêxistinên civaka sivîl û desteya rêveberiyê xwest ku em vê mîhrîcanê li dar bixin. Em mehek û nîv e li ser amadekariyên mîhrîcanê dixebitin. Di vê çarçoveyê de, me xwest bi beşdarbûna bernameya mîhrîcanê ji bo wêje, sînema û muzîkê ji aliyê ciwanan, jinan û xebatkarên çandî ve, bernameyek dewlemend pêşkêş bikin. Me daxwazên xelkê Tatwanê li ber çavan girtin û em dixwazin ku xebateke baş derxînin holê."
Adar Taş tekez kir ku peyama aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan pir girîng e û wiha domand: "Dema ku em di xebata xwe de dirûşmeya xwe ya bi rêya aştiyê diyar dikin, divê em, bi taybetî wekî jin, di hemû qadên ku em lê ne de peyama aştiyê di hişê xwe de bigirin û li ser wê peyamê bisekinin."
Bang ji bo tevlibûna mîhrîcanê
Adar Taş bang li ciwan û jinan kir ku bi girseyî beşdarî mîhrîcanê bibin û got, "Werin em werin cem hev û hêzê bidin hev. Tişta ku em ji xelkê Tetwanê dixwazin ev e ku ew di tevahiya mîhrîcanê de piştgiriyê bidin me, werin em bi hev re di vê rêyê de bimeşin."