Di doza Gulîstan Doku de nakoya di raporê de

  • 10:18 13 Mayıs 2026
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED – Di lêpirsîna Gulîstan Doku de, telefona Zainal Abakarov salek û nîv li Daîreya Sûcên Sîber hate girtin, piştî wê gotin "ne amûra sûc e" Lêbelê, di lêkolînek ji hêla Buroya Sûc a Neteweyî ve hat kirin  gelek belgeyên "sûc" hatin bidestxistin.
 
Xwendekara Zanîngeha Munzur a li Dêrsimê Gulîstan Doku, di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû. Her çend şeş sal in tu şopa Gülistan Doku nehatiye dîtin jî meha borî di derbarê dozê de girtin û binçavkirin hatin kirin. Piştî daxuyaniyan, 12 kes hatin girtin, 5 kes jî bi şertê kontrola edlî  hatin berdan. Agahiyên nû yên di derbarê dozê de her roj derdikevin holê. Her çiqas raporek pisporan diyar kir ku di telefona Zainal Abakarov de tiştek wek delîlên suc tunebe jî parêzerê Gulîstan Doku serî li Serdozgeriya Giştî ya Dêrsimê da.
 
Sal û nîvek hat desteserkirin
 
Serdozgeriya Giştî ya Dêrsimê di 20'ê Tîrmeha 2020'an de telefona Zainal Abakarov ji bo lêkolînê şand Daîreya Sûcên Sîber. Telefon sal û nîvekê li Daîreya Sûcên Sîber ma. Lê hat diyarkirin ku di telefonê de tiştekî sûc nîşan dide nehatiye dîtin. 
 
Delîlên sûc nehatine dîtin!
 
Her çend Daîreya Sûcên Sîber ragihand ku di telefona Zainal Abakarov de delîlên sûc nehatine dîtin jî, lêkolînên ji hêla Buroya Sûcên Sîber a Neteweyî ve hatiye kirin derxistiye holê ku  bi dehan belgeyên sûc hene.
 
Li gorî îfadeyên ku piştî binçavkirin û girtinan hatine girtin, tê dîtin ku delîl hatine veşartin û ev jî nîşan dde ku çima Gulîstan Dokê ev 6 sal in kesek nikare cenazeyê wê bibîne.