Cezayê muebeta giran li kujerê Ceren Ozdemîr hat birîn
- 12:55 20 Çele 2020
- NAROJANE
ENQERE - Cezayê muebata giran li kujerê Ceren Ozdemîr, Ozgur Ardûç hat birin.
Danişîna duyemîn a doza darizandina Ozgur Ardûç ê Xwendekara Pola 3'yemîn a Hunerên Muzîk û Şanogehê ya Zanîgeha Ordûyê li ber mala wê kêr kir û kuşt, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Ordûyê hat dîtin.
Şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir û ji bo bersûc Ozgur bi sûcdariya "Bi hesên cinawirî û bi zanebûn kuştinê" cezayê muebeta giran birî.