MKG'ê ji rojnamegerên girtî re kart û pirtûk şandin

  • 12:03 6 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê Û DFG di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji rojnamegerên girtî re pirtûk û kart şandin.
 
Li Amed û Wanê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji rojnamegerên jin ên girtî re pirtûk û kart şandin. 
 
Amed 
 
MKG, bi wesîleya 8'ê Adarê ji rojnamevanên girtî re pirtûk û kart şandin. Rojnameger li postexaneya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatin cem hev. Beriya kart û pirtûkan bişînin daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Seroka MKG'ê Roza Metîna ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de Roza Metîna wiha got: "Em îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin gel hev. Em ê li vir hem kart û hem jî pirtûkan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişînin. Li gorî rapora MKG'ê, 10 rojnamegerên jin bi hinceta nûçeyên ku çêkirine niha di girtîgehê de ne. Ev êrİş li dijî azadiya ramanê ye. Rojnameger îro ji ber karên xwe bi awayekî derqanûnî di girtîgehê de ne. Heta ku li vî welatî rojnamevan azad nebin, em nikarin behsa hiqûq û azadiya ramanê bikin. Rojnameger di zûtirîn demê de bên berdan û bi serbestî nûçeyên xwe ragihînin. Weke rojnameger em ê dev ji ragihandina heqîqetê bernedin, tu carî serê xwe natewînin." 
 
Rojnameger piştî berzkirina dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" kart û pirtûk ji girtiyên jin ên rojnameger re şandin. 
 
Wan
 
Li Wanê bi pêşengiya MKG û DFG,  di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji rojnamegerên girtî re name û kart hatin şandin. Rojnameger li postexaneya navendê ya Wanê kom bûn name û kart ji rojnamegerên girtî re şandin.