Çeteleya tundiyê ya meha Gulanê: 34 jin hatin qetilkirin

  • 09:04 7 Hezîran 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. Mirina 18 jin û 2 zarokan  jî bi guman e. 
 
Bîlançoya tundî û qetilkirina jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe.  Gumanbar bê ceza tên hiştin, bi polîtîkayên hikûmetê tên parastin û sûcên li hemberî jinan bi gotinên desthilatdariyê rewa tên dîtin. 
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha Gulanê 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. 18 jin û 2 zarokan  jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Herî zêde li Stenbolê hatin jiyîn
 
Li Enqereyê 3, li Stenbolê7, li Edenê 3, li Xarpêtê 1, li Kîlîsê 1, li Kayseriyê 1, li Tekîrdagê 1, li Samsurê 2, li Manîsayê 3, li Dîlokê 1, li Rihayê 1, li Îzmîrê 2, li Aydinê 1, li Çorumê 2, li Mgulayê 1, li Kocaeliyê 1, li Osmaniyeyê 1, li Erziromê 1, li Amedê jî 1 jin hat qetilkirin.
 
Gumanbar yên herî nêz in
 
11 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve, 3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta desteberdanê de bûn,2 jin ji aliyê mêrê ku dest jê berdabûn ve, 6 jin ji aliyê nasên xwe ve, jinek ji aliyê bavê  xwe ve, sê jin ji aliyê zarokên xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe ve û jinek jî ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.  Gumanbarê jinekê nehat testpîkirin û 2 jin jî nêzîkatiya gumanbar a pê re nehat tespîtkirin.