Rastiya li pişt wêneyên ‘dema kêfxweş’

  • 09:08 31 Adar 2024
  • Medya Kritîk
 
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiye û Kurdistanê her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin û çapemeniya alîgir jî sûcên gumanbaran rewa dike. Bi vê jî sînor namîne bi dîmenên ‘demên kêfxweş’ sûcên gumanbaran vedişêrin û di weşangeriyeke wisa de israra xwe didomînin.
 
Her sal li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan jin tên qetilkirin. Bûyerên bi vî rengî tenê bi hêrs nayên pêşwazîkirin û di heman demê de di çapemeniyê de cihekî berfireh digirin. Çapemenî vê mijarê çawa digire dest, nêrîna civakê ya li hember van bûyeran û nêrîna li hember tundiya li ser jinê bandorek mezin li ser van qetilkirinan dike. Zimanê ku çapemenî bi kar tîne û nêzîkatiya wê, rîska mezinkirina tundiyê dihewîne û newekheviya zayenda civakî girantir dike.
 
Bikaranîna zimanê mêr
 
Bi taybet çapemeniya alîgir dema tundî û qetilkirinên jinan dike rapor, zimanekî ku tundiya mêr rewa dike bi kar tînin. Mînak di nûçeyan de sûcên gumanbaran bi îfadeyên wekî ‘cînayeta evînê’, ‘cînayeta namûsê’ sivik dikin. Îfadeyên wisa qetilkirinê rewa dike, berpirsiyariya gumanbar kêm dike.
 
Têgehên ku qetilkirinê rewa dikin
 
Di hinek rojnameyan de jî kuştinên jinan girêdayê hestên ‘hezkirin’ ‘çavnebarî’ tê pêşkêşkirin. Ev wek nêzîkatiyeke bi xetere dertê holê.  Mînak îfadeyên wekî ‘ket krîza çavnebariyê û hevjîna xwe kuşt’ sûcên gumanbaran rewa dikin.
 
Zimanê sûcdar dike
 
Di nûçeyên qetilkirina jinan de terza cil û bergên jinan, jiyana civakî yan jî nêzîkatiyên derdixin pêş û berpirsiyariya bûyerê dikin ser milê jinan. Bikaranîna zimanekî wisa sedema tundiyê vedişêre û helwesta ku jinan sûcdar dike derdikeve pêş.
 
Berpisiyarî û zimanê alternatîf
 
Divê çapemenî ji zimanê ku jinan sûcdar dike û tundiyê rewa dike xwe dûr bigire. Dema qetilkirinên jinan dikin rapor divê ne gumanbar, aliyên civakî û mafên jinan derkevin pêş. Divê zimanekî ku tundiyê rewa nake, li hember wekheviya zayenda civakî hestiyar bê bikaranîn. Mînak li şûna ‘cînayeta çavnebariyê’ divê îfadeya ‘encama tundiya li ser jinê de qetilkirin’ bê bikaranîn.
 
Mînakên baş
 
Di çapemeniyê de mînakên li dijî vê mijarê hestiyar hene. Çapemeniya azad û platformên online, dema qetilkirinên jinan dikin rapor, sûcên gumanbar dikin navendê û li gorî wekheviya zayenda civakî ziman bi kar tînin.
 
Sûcê gumanbar ‘romantîzekirin’
 
Çapemeniya alîgir zêdetir dîmenên sansasyonel tercih dike û kêliyên tundiyê tên dayîn. Ev cidiyeta bûyerê vedişêre û rê li ber bêhestiyariya civakê vedike. Dîsa ji jiyana taybet a jinan dîmen tên bikaranîn û jiyana taybet a jinan derdixin pêş. Ev jî dibe sedema ku ji mijarê dûr dikevin. Dîsa wêneyên ku gumanbar bi jinê re kişandiye wek ‘demên kêfxweş’ bi kar tînin û ev jî hem tundiyê normal dike hem jî sûcê gumanbar romantîze dike. Ev di heman demê de ji bo guman rîska avakirina empatiye jî dihewîne.
 
Divê nêzîkariyek rexneyî hebe
 
Li dijî vî zimanê di nûçeyên tundî û qetilkirinên jinan de tê bikaranîn divê nêzîkatiyeke rexneyî bê pêşxistin. Di vê mijarê de divê mirov hîn zêdetir xwedî hişmendî bin. Divê çapemenî di tecrihên dîmenan de berpirs tevbigerin. Divê dîmenên ku tundiyê normal nîşan nadin bên bikaranîn.