Nobeta li Mexmûrê salek li du xwe hişt: Em di azadiyê de bi israr in

  • 09:07 19 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Bişeng Sara
 
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê çalakiya Nobetê ya ku dijî tecrîda girankirî hatî destpêkirin, nêzî salake bi biryardariyek mezin didome. Endama Komîteya Aborî ya Meclîsa Îştar a Mexmûrê Cîhan Kaplan diyar kir ku dê bi berxwedanê tecrîd têk biçe û got: "Li dijî kiryarên dijmin ên li hemberî kurd pêwîstî bi hevgirtina Gelê Kurd heye."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevdîtinan bi hinceta "cezayên disiplînê" asteng dike.
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Kurdistan, Ewropa û li gelek deverên cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî bi çalakiyên cuda bal dikişînin ser tecrîdê û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Çalakiya ku nobetê ku di 20'ê Tîrmeha 2023'yan de hatî destpê kirin sala xwe tijê dike. 
 
Endama Komîteya Aborî ya Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê Cîhan Kaplan li ser armanc û biryardariya çalakiyê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Bi bilindkirina berxwedanê wê tecrîd bê şikandin'
 
Cîhan Kaplan balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev nêzî 25 sal in Rêbertiya me di nava tecrîdek de ye, li îmralî qanûnên hiqûqî tên binpêkirin û ev nêzî 4 sal in bi tu awayî em agahiyek ji Rêbertiya xwe nagrin. Ev rewş metirsiyek mezin li ser Gelê Kurd dide avakirin û dihêle ku li her devera Kurdistanê gel bikeve nava çalakiyên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin. Em jî wek gelê Wargeha Mexmûrê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ji xwe re wekî erkekî dibînin û ji bo bi cih anîna erkê xwe jî em di nava tekoşînê de ne. Tecrîd wê bi bilindkirina asta rêxistinbûn û çalakiyan û her wiha bi berxwedanê bê şikandin."
 
'Êrişên qirkirinê didomin'
 
Cîhan, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dijminê Gelê Kurd yê qirker li her devera Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser Gelê Kurd ve dide meşandin û got: "Di şexsê Rêbetî de li ser tevahî Gelê Kurd êrişek qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk ê dagirker û hevkarên wê bi armanca tunekirina nasnameya Gelê Kurd li her devera cîhanê bi awayeke hov êrişan pêk tîne û li kêleka qetlîaman, şerekî taybet li ser Gelê Kurd dide meşandin.”
 
‘Nobetê ji bo wargehê bûye çavkaniya hêz ê’
 
Cîhan, li ser şêwaza bi rêvebirina nobetê rawestiya û wiha axivî: "Di çalakiya nobetê de gelek bername têne lidarxistin û ev bername dibin cihê perwerdekirina civakê li ser fikir û ramanên Rêber Apo. Bi taybet dahurandinên Rêber Apo tên guhdarkirin û ji bo famkirin û pêkanîna wê yekê nîqaş çêdibin. Her wiha li ser mijarên cuda cuda semîner têne dayîn û bi gotina dengbêjî û stranan coşa gel bi taybetî jî jin û ciwanan bilind dibe. Cihê nobetê ji bo gelê wargehê bûye çavkaniya hêzê."
 
Cîhan, diyar kir ku bi dewrgirtina hemû sazî û destgehên wargehê, her wiha bi tevlîbûna gelê wargehê, heftê carekê bi devirgirtina komekê re çalakiya nobetê didome û heta armanca xwe misoger nekin wê çalakiyên wan berdewam bike.
 
‘Me biryara serkeftinê daye’
 
Cîhan, di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser kiryarên ku dijmin li ser wargehê ve dide meşand û got: "Em ev nêzî 30 sal in wek penaberên siyasî di nava rewşeke koçberiyê de têkoşîna xwe berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrişên xwe li ser wargehê dide meşandin. Ji bombebarankirina cihê sivîlan bigre heta şerê taybet li ser wargehê dide meşandin. Lê rûxmê van kiryaran jî gel biryara xwe ya serkeftinê girtiye û li ser vê bingehê têkoşîna xwe bilind dikin. Me soza serkeftinê daye, ji ber vê yekê em li dijî hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker li pey soza xwe bin û êrîşên wan vala derxin.”
 
'Em di berxwedanêd e bi israrin'
 
Cîhan, îsrara gelê wargehê ya di berxwedanê de bi bîr xist û wiha domand: "Em wek gelê Wargeha Mexmûr azadiya xwe di azadiya fîzîkî a Rêber Apo de dibînin, ji ber vê yekê jî em di berxwedanê de îsrar dikin. Em berxwedana xwe bi riya pêkanîna çalakiyan xurtir dikin. Dibe ku şêwazên çalakiyên me tên guhartin, lê armanca me yeke ew jî em bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Çalakiya nobetê ku ev nêzî saleke li wargehê didome, biryara me ya di berxwedanê de bi awayekî vekirî radixe ber çavan.”
 
‘Bi pêşengiya jin û ciwanan dê nobet bigihije armanca xwe’
 
Endama Komîteya Aborî a Meclîsa Îştar Cîhan Kaplan, derbarê pêşengtiya jin û ciwanan a di çalakiyan de wiha axaftina xwe domand: "Jin û ciwan rolekî girîng di pêkanîna çalakiyan de dileyizin. Taybet di wargehê de di hemû çalakiyên azadiya fîzîkî ya Rêbertî armanc dike de jin pêşengtî dike. Ji ber ku jin di ferqa rol û misyona xwe de ye. Li ser esasê bi cih anîna misyona xwe di nava tevgerandinek xurt de ne. Çalakiya nobetê jî wê bi pêşengtiya jin û ciwanan bigihije armanca xwe.”
 
Bandora bîrdoziyê ya li ser jinan...
 
Cîhan, di berdewama axaftina xwe de balkişad li ser bandora bîrdoziya Abdullah Ocalan li ser jinan û wiha pêda çû: “Rêber Apo ji bo me jinan bû ronahî, bû hêviya jiyana azad, Gelê Kurd û taybet jinan bi îrade kir. Her wiha me xist ferqa hebûn û nasnameya me. Di roja îro de jî em hêza xwe ya berxwedan û têkoşînê ji Rêber Apo digrin. Ji bo bi dawî kirina tecrîdê jî em xwe di asta yekem de berpirsyar dibînin û ji bo pêkanînên berpirsyartiyên xwe em hewil didin rola pêşengtî ku Rêber Apo pêşkêşî me jinan kiriye bi awayekî serkeftî pêkbînin.”
 
Di nobetê de hest û ramanên dayikan
 
Cîhan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hest û ramanên dayikên tevlî çalakiya nobetê dibin: "Dayikên ku pêşengtî ji çalakiya nobetê re dikin, bi salane li ser bîrdoziya Rêber Apo xwe perwerde dibin û ji bo şoreşê bedelên giran dane. Ev dayikan bi wê hest û zanabûnê tevlî çalakiyan dibin. Di çavê her dayikekî de zehmetiyên ku jiyan kiriye diyar dike, di hestên wan de jî heskirin û girêdana wan a bi Rêber Apo re tê dîtin. Ew hest û ramanên wan di çalakiya nobetê de coşa serkeftinê mezin dike. Bi taybetî jî dema ku parêzname an jî dahurandinên Rêbertî tên guhdarkirin girêdanbûna jinan bi Rêbertî re xurtir dibe û zanabûna me ya birdozî û teorî xurtir dibe.” 
 
Endama Komîteya Aborî ya Meclîsa Îştar Cîhan, diyar kir ku ku mifteya çareseriya pirsgirêkên kurd li Îmraliyê ye û got: "Heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe wê pirsgirêkên Gelê Kurd û tevahî gelê bindest çareser nebe, li ser vê bingehê heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe em ê di nava çalakiyan de bin.”
 
Cîhan Kaplan, bi banga girîngiya yekîtiya netewa kurd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li beramberî kiryarên dijmin yên li hember Gelê Kurd ji her demê zêdetir pêwîstî bi hevgirtina Gelê Kurd heye. Banga min ji bo Gelê Kurd re ew e ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, çalakiyên xwe xurtir bikin û bi yek dengî banga serkeftinê bikin.”