23’yê Tîrmeha 2006’an: Rojnameger Şîlan Aras hat qetilkirin

  • 09:01 23 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku ji bo xwekuştinên jinan lêkolîn bike diçe bajarê Urmiye û Mahabadê yên Rojhilatê Kurdistanê di 19-23’yê Tîrmeha 2006’an de li Kelareş di kemînekê de hat qetilkirin. Dîroka qetilkirina wê wek 23’yê Tîrmeha 2006’an derbasî qeydên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bû. Hinek çavkanî jî wek 19’ê Tîrmehê dibêje. 
 
Di ser qetilkirina wê re 15 sal derbas bû û rejîma Îranê di vê demê de tu daxuyaniyek neda. Tevî hemû bang û hewldanan cenazeyê wê hîna nehatiye dîtin. Rejîma Îranê der barê mijarê de hewce nedît daxuyaniyekê bide. Tevî hemû hewldanên malbatê, parêzvanên mafê jiyanê cenazeyê Şîlanê nehat dayin.
 
Hin bûyerên girîng ên din ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
2001: Dîah Permata Megawatî Setîawatî Sukarnoputrî, bû serkomara yekem a li Endonezyayê û di navbera salên 2001-2004'an de serkomartî kir.  
 
2011: Hunermenda Îngilizî û nivîskar Amy Jade Winehouse, jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Di 23’ê Tîrmeha 2015’an de bi banga Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê bi sedan jin li Kadikoyê hatin cem hev Komkujiya pirsûsê şermezar kirin. Jinên ku li Kadikoyê kom bûn, bi teps, zengil, tembûr, potik, darbuka, bilbil û defên girtin destên xwe gotin "Ji şer re na". Jinan got, " Roboskê nebû ya dawî bila Pirsûs bibe ya dawî."
 
2016: Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Heyeta ku got, qedexeya birina agahîyan a di serdema OHAL'ê de tecrîdeke giran a nû ye, wiha got, "Ev biryareke ku di serdema darbeyên sivîl û leşkerî de li dijî gelên aştîxwaz tê dayîn biryareke provokatîf e. Em di serî de bang li CPT, Rêxisitna Efûyê û hemû saziyên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku hestiyar tevbigerin."
 
2018: Kongreya yekemîn a Rêxistina Jinê ya PYD'ê li Navenda Huner û Çandê ya Aram Tîgran a Rimelana Qamişloyê hat lidarxistin. Di kongreyê de nîqaş hatin kirin. Piştre encamname hat xwendin û bi dawî bû. Di kongreyê de biryara avakirina Meclîsa Jinê ya PYD'ê hat dayin. 
 
2018: Yek ji damezrîneraTevgera Jinên Feminîst (FEMEN)  Oksana Shachko di 31 saliya xwe de bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Hewldana Jin bi hev re bi Hêz in, ku li dijî tundiya li jinê, qirkirin, êrîşên zayendî û LGBTÎ+'yan li Şîşliya Stenbolê çalakî kir got, "Ew ê destûrê nedin ku Peymana Stenbolê bê fesihkirin."