25'ê Gulana 1889'an: Lyubov Popova hat dinê

  • 09:01 25 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Lyubov Popova hat dinê. Piştî Şoreşa Cotmehê wekî gelek hunermendên avangart ev jî şoreşê dipêjirîne. Dest bi hilberîna dizayna pirtûk û posteran dike. Di sala 1917’an de ji bo karkerên jin ên Kooperatîfa Sinetê ya Navenda Gundê Verbovka a Gel dizayna nexşan dike. Di sala 1918’an de jî tevlî Atolyeya Sineta Azad (Svomas) dibe. Di sala 1919’an de tevlî Pêşengeha Dewletê ya 10'emîn dibe. Di sala 1921'ê de çêkirina wêneyên razber didomîne. 
 
Di sala 1920'î de tevlî pêşengeha 5 x 5 = 25 dibe. 25 hunermend û di nav de Lyubov Popova jî heyî di sala 1921’ê de li dijî polîtîkayên aborî yên nû yê Lenînê li dijî wêneyên tuvalê derketin û bi navê “Huner di jiyanê de ye" belavokek weşandin. Li gorî wan hunermendan divê hemû karên hilberînê ji bo gel bê kirin. 
 
Di sala 1924'an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Dema jiyana xwe ji dest da 35 salî bû. Di sedsala 21'ê de ji bo gelek hunermendan bû mînak. 
 
Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:
 
1842: Helen Blackburn ji bo bikaranîna dengdayîna jinan her tim di nava têkoşînê de bû. Helen îro 179 salî ye. 
 
1925: Nivîskar û helbestvana Meksîkayî Rosario Castellanos Figueroa îro hat dinê. Rosario her tim derbarê zayenda civakî û çandê de nivîs nivîsand. Ji teoriya femînist a Meksîkayê û xebatên çandê bi bandor bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de jiyana xwe ji dest da. Li Meksîkayê ji bo jinan deriyê wêjeyê vekir. 
 
1938: Nivîskar Margaret Forster, bi romana “Georgy Girl” tê nasîn û îro hat dinê. 
 
1941: Psîkologa Elman Uta Frith hat dinê. Uta bi xebatên xwe yên derbarê balkişandina otîzmê de tê nasîn. 
 
1998: Îro Roja Zarokên Windayî yên Cîhanê ye. Ev roj ji hêla Navenda Zarokên Windayî û Zarokên ku bi Îstîsmarê ya Navneteweyî (ICMEC) û Navenda Zarokên Windayî ya Netewî a Amerîkayê (NCMEC), bi pêşengiya Tora Zarokan (GMCN) ve hat îlankirin. Di nava torê de 29 welat cih digirin.
 
2015: Li bajarên herî mezin ên Îspanyayê du jin ên çepgirên radîkal serokatiya şaredariyê qezenç kirin. Ji Madrîdê û welatên Katalanê vê serkeftinê li kolanan pîroz kirin. 
 
2016: Li Kobanê xebatên perwerdeyê yên Jineolojiyê dest pê kir. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn gotin "Dê vegerin koka xwe ya esasî".