Germa hewayê li ser jiyana mirovan rîskan dihewîne

  • 09:02 15 Hezîran 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Bijîşk Derya Buyukişik der barê germa hewayê ya ku her diçe zêde dibe de axivî, xeterî û tedbîrên divê bên girtin parve kir.
 
Ji ber demsala havîne germa heawyê jî li seranserê welat xwe dide der. Bi taybet jinên ducanî, kal û pîr, nexweşên kronîk, zarok û karker herî zêde bi bandor dibin û ji bo jiyanê xeteriyeke mezin çêdike.  Endma Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban a Amedê Derya Buyukişik  der barê tedbîrên ku divê bên girtin de axivî.
 
Li hember tavê divê çi bê kirin
 
Yek ji bûyerên herî zêde di germê de dertên holê lêxistina tavê ye. Deryayê da zanîn ku lêxistina taxê germahiya laş di 10-15 deqeyan de derdixe 40-42 dereceyî û  demildest tiştên divê bên kirin rêz kir: “Divê ewil kesê/a ku tavê lêxist bibin cihekî hênik. Piştre cilên teng divê bên sistkirin. Ji bo xistina germaya laş divê hewldan bê dayîn. Di encama lêxistina tavê de sergêjî, êşa serî, çavtarîbûn dikare derkve holê. Divê ava bi xwê bê dayîn.”
 
Kî di bin xeterê de ye?
 
Deryayê balkişand ser kesên herî zêde di bin xeterê de û wiha domand: “Ducanî, kal û pîr, kesên nexweşiya wan ya kronîk heye di bin xeterê de ne. Her kes vê xeteriyê dizane lê kes tedbîran nagire. Divê rojane 10-12 qedeh yanî 2 lître û nîv av bê vexawrin. Xwarin jî di vê mijarê de girînge. Divê ev kes di navbera 11.00 û 15.00’an de  dernekevin derve. Divê cilên rengê wan vekirî li xwe bikin. Divê şebqe bidin serê xwe. Kal û pîr  û kesên nexweşiya wan ya kronokî hene divê hîn bêtir baldar bin. Dema dermanên wan bi germê re tên gel hev rê li ber nexweşiyên din vedike. Divê li vê baldar bin. Divê li xwarin, av,  şuştina serî, dest û piyan, stû her tim baldar bin. Ev wê germa bedenê bixîne.”
 
'Divê ducanî zêdetir avê vexwin'
 
Deryayê daxuyakirin ku germa laşê jinên ducanî ji mirovên din zêdetir e û wiha anî ziman: “Yên di bin xeteriyê de ne ducanî ne. Divê ducanî tedbîrên xwe bigirin û li gorî kesên din zêdetir avê vexwin.  Her wiha koma din ya herî zêde ji germê bandor dibin zarok in. Havînê zarok pir bi tevgerin û divê zarok di navbera 11.00 û 15.00’an de zêde neçin derve.  Her wiha karkerê înşatê jî ji ber germa havînê divê tedbîran bigirin.”