Çîtika turnuvaya futbolê ya Gulistan Doku hat kişandin

  • 20:13 2 Hezîran 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
 
WAN- Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Wanê çitika Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dok li dar xist.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li ser navê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin û heta niha aqûbeta wê ne diyar e turnüvaya futbole ya bi dirûşma "Lêxe ciwan li qadan e"  li dar xıst.
 
Çitik li Halisahaya UEFA'yê ya taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê hat kişandin.
 
Hevserokê DEM'ê yê navçeya Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harûn Okay, Parlamenterê Wanê Mahmut Dîndar û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.