Jinan eleqeyek mezin nîşanê turnuvaya Futbolê da

  • 09:05 12 Gulan 2024
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut diyar kir ku jinan eleqeyek mezin nîşanê turnuvaya futbolê ya ku li ser navê Gulîstan Doku pêk tînin, dane û got: “Em tu carê şûnde gavê navêjin û em ê pirsa ‘Gulîstan Doku li kuye?’ bipirsin.”
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), di çarçoveya kampanya ‘li dijî şerê taybet têkoşîna bi heybet’ ya di 5’ê Tebaxa 2023’an de hatiye destpêkirin bi dirûşma "Li dijî polîtîkayên şer: Lêxe" turnuvaya futbolê pêk tîne.Turnuvaya îsal ji bo Gulîstan Doku ya 4 sal e winda ye wê pêk bê. Serlêdana turnuvayê heta 21’ê Gulanê didome. Jinên ku eleqeyek mezin nîşanê turnuvayê didin du komên wê ji 14 hevşaredarên jin yên DEM Partiyê pêk tên. 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut der barê mijarê de axivî û got heta niha 60 tîmî serlêdan kiriye.
 
‘Em ê hesabê hevalên xwe bipirsin’
 
Lorînê da zanîn ku turnuvaya futbolê ya her sal pêk tê îsal bi dirûşmeya ‘lêxe’ û ‘ciwan li qadane’ pêk tê. Lorînê got: “Salên berê li ser navê Kemal Korkut, Denîz Poyraz û Ozan Yildiz pêk anîn. Îsal em diyariyê Gulîstan Doku, Îpek Er, Denîz Poyraz, Ozecanê dikin. Emê her tim hesabê wan bipirsin. Em ê hesabê wan ji zîhniyeta faşîst bipirsin. Em ê vê zîhniyetê ji ser axa xwe bicehnimînin.”
 
‘Serlêdan heta 21’ê Gulanê didomin’
 
Lorînê balkişand ser Turnuvayê  û got li her bajarê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê wê pêk bînin û wiha domand: “Serlêdan  ji 18’ê Nîsanê destpêkirin û wê heta 21’ê Gulanê bidome. Hevalên me dikarin li her navçe û navendê bi riya telefonê serlêdanê bikin. Em rêxistinbûna xwe nîşan bidin û li qadan bên gel hev. Şerê taybet çiye, ji aliyê kê ve tê kirin. Armanc çiye. Divê bersiva van bê dîtin û bê fêmkirin. Şerê taybet dixwaze lêgerîn, hewldan, azadiyê tune bike.”
 
‘Em ê ji pergal destdirêjiyê re cîhanê teng bikin’
 
Lorînê axaftina xwe wiha domand: “Şerê taybet piralî ye. Bi taybet li ser bedena jinê tê meşandin.Li Kuridstanê di şexsê Îpek Er, Gulîstan Doku, Ekîn Wan polîtîkayên qirêj hatin meşandin. Lê em dibêjin ku em ji pergala destdirêjiyê re qadê nahêlin. Em ê cîhanê li wan teng bikin. Ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha aqûbeta Gulîstanê nayê zanîn. Îdiayê ku întîxar kiriye avêtin holê. Lê em dizanin ku ew hewl didin xwe xilas bikin. Lê em dibêjin ku em tu carê dest ji têkoşînê bernadin.”
 
Ji bo turnuvayê eleqe mezin e
 
Lorînê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Armanca turnuvaya me eve ku em nîşan bidin ku futboleke rêxistinkirî û armanca wê hişmendikirine, pêkane.jin, ciawn û gelê me ku serî li turnuvayê didin jî di hişmendiya vê de ne. Ji ber vê ye ku em serlêdanên pir mezin digirin.”