Turnuvaya futbolê diyarî jinên hatine qetilkirin kirin
- 08:35 9 Îlon 2022
 - Tenduristî/Werzîş
 
	ŞIRNEX – Turnuvaya Futbolê ya 3’yemîn a bi dirûşma “Nebin tiryak kêş, azad bin” ji aliyê Şaredariya Silopiyayê û  Meclîsa Ciwanên HDP’ê  hat organîzekirin dest pê kir. Tîma jinan turnuva diyarî jinên di qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyayê de hatine qetilkirin kirin.
	Turnuvaya Futbolê ya 3’yemîn a bi dirûşma  “Nebin tiryak kêş, azad bin” ji aliyê Şaredariya Silopiyayê û  Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ve ku hat organîzekirin dest pê kir. Di nav 83 tîman de 6 jê ji jinan pêk tên. Tîmên jinan ji bo bîranîna jinên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyayê de hatibûn qetîl kirin hatin avakirin. Navê tîmên jinan; “Cemîle Çagirga” , “Asya Yuksel”, “ Pakîze Nayir”, “Jiyan Spor”,  Şaredariya Silopî” û “Silopî Belediyesî” pêk tên.
	Maça ewilî li Tesîsên Werzîşê yên Şaredariya Silopiyayê dest  pê kir. Hevşaredara HDP’ê ya Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan, Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirenxê, Hevserokên navçeyên HDP’ê û gelek ciwan û jin beşdarî turnuvayê bûn.  Li sehayê pankartên “ Me bi ciwanî dest  pê kir, em ê bi ciwanî bı ser bikevin” , “ Rêxistinbûyîna jinê, azadiya jinê ye” , “ Li hember polîtîkayên qirêj serî hilde” , “Em bi rengên xwe yê xemrî li sehayên kesk in” hat daliqandin.
	Maça ewil a ya jinan tima Şaredariya Sîlopî bi Tîma Silopî Belediyesî re ket pêşbirkê. Maç bi encama 3-2 bi serkeftına Tîma Şaredariya Silopî  bi dawî bû.
	Di maça dawî de jî Tîma Cemîle Çagirga bı Tîma Jiyan Sporê re lîst. Maç bi 3-1 bi serkeftina Jiyan Sporê bi dawî bû.
	Her wiha maça fînalê dê 11’ê Îlonê bi Tîmên Asya Yuksel û Pakîze Nayir re li Tesîsa Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê bê listîn. 

				
				
				
				
				





