Aktîvîsata TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû

  • 12:35 17 Cotmeh 2026
  • Rojane
KAYSERÎ - Aktîvîsta TJAyê Seyhan Başak ku ji sala 2022'an ve girtî bû, ji Girtîgeha Jinan a Bünyanê hat tehliyekirin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyhan Başak ku di sala 2022'an de li Colemêrgê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bünyana Kayseriyê hat tehliyekirin.
 
Seyhan Başak ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" cezayê 7 sal û 6 meh girtîgehê lê hatibû birîn. Demên ku ew di navbera salên 2019 û 2021'ê de di girtîgehê de derbas kiribû, li cezayê wê hatin hejmartin û ev yek bû sedema berdana wê. Li derveyî Girtîgeha Bünyan a Kayseriyê, malbata wê ku ji Êlihê hatibûnû her wiha nûnerên Komeleya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUHAY-DER) û TJA'yê pêşwaziya wê kirin.
 
Seyhan Başak piştî ku azadiya xwe bi dest xist, silav da kesên ku ji bo pêşwazîkirina wê hatibûn. Seyhan Başak bal kişand ser wê yekê ku piştî têkoşîneke 50 salî ya ji bo azadiya Kurdan, pêvajoyeke aştiyê dest pê kiriye û got: "Divê ji bo vê pêvajoyê gavên berbiçav bên avêtin; baweriya me ya xurt ev e. Yekemîn ji van gavên berbiçav, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê  Abdullah Ocalan e. Hemû hevalên me yên girtî jî bi heman awayî difikirin. Ew bi temamî piştgiriyê didin vê pêvajoyê; moralê wan gelekî bilind bû û ji bo hemûyan silavên xwe şandin."
 
Piştî axaftinê, dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.
 
Seyhan Başak piştre ligel malbata xwe ber bi bajarê xwe Êlihê ve bi rê ket.