'Sînordarkirina Kurdî nayê qebûlkirin'
- 14:06 30 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zanîngeha Rojava bang kir ku biryara sînordarkirina qada perwerdeyê ya Kurdî li berçav were derbaskirin û perwerdeya bi du zimanî (Kurdî-Erebî) were dayîn.
Zanîngeha Rojava-Qamişlo derbarê biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin daxuyanî da û got: "Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin."
Daxuyanî wiha ye:
"Zanîngeha Rojava biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin, derbarê kêmkirina demjimêrên dersên zimanê Kurdî ji bo sê dersên heftane, ji nêz ve dişopîne. Di vê çarçoveyê de, zanîngeh bi rêya nirxandina xwe ya akademîk û perwerdeyê tekez dike ku ev rêkar paşveçûnek e ji modêla perwerdeyê ya pejirandî û gaveke ber bi paş ve ye ku pêşketina berdewam a pergala perwerdeyê ya li herêmê di van salên borî de asteng dike.
Di 12 salên borî de ezmûneke zanistî û meydanî ya giştgir li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûye, ku tê de pergala perwerdeyê ya berfireh hate avakirin û zimanê kurdî wek zimanê sereke yê perwerde û lêkolînê di hemû astên perwerdeyê de hate pejirandin. Bikaranîna zimanê dayikê tenê bi beşên wêjeyî û mirovî re sînordar nema, lê dersdayîna hemû zanistên hûr, bijîşkî û sepandî -wek bîrkariyê, fîzîk, kîmya û endazyariyê- li gorî bernameyên zanistî û pîvanên akademîk ên pêşketî girt nav xwe.
Cudakirin û sînordarkirina zimanê perwerdeyê di sê dersên heftane de û ragirtina wî weke beşeke zimanî ya duyemîn, li dewsa ku bibe bingeha sereke ya dersdayîna mijarên zanistî, encamên neyînî yên perwerdehî û akademîk bi xwe re tîne, mîna:
- Kêmkirina şiyana têgihaştin û analîzkirinê ya xwendekaran bi rêya qutkirina wan ji jîngeha wan a zimanî ku zêdetirî 12 salan e tê de veberhênana zanistî kirine.
- Destberdana ji jêrxane û destkeftiyên akademîk ên ku bi rêya hewldan û çavkaniyên perwerdehiyê di dirêjahiya 12 salên tevahî de hatine avakirin û pêşxistin.
- Piştguhkirina pîvan û peymanên perwerdeyê yên navneteweyî ku tekez dikin perwerdeya bi zimanê dayikê faktora sereke ye ji bo misogerkirina kalîteya perwerdeyê û pêkanîna nûjenî û ramana rexneyî.
Ji bo rastkirina rêgeha perwerdeyê, zanîngeh tekez dike ku çareseriya akademîk a çêtirîn ne di sînordarkirina zimanekî li ser hesabê zimanekî din de ye, lê di îmkana pejirandina modêla perwerdeya duzimanî de ye. Ev modêleke zanistî û di asteke cîhanî de sepandî ye. Derfetê dide dersdayîna zanist û mijarên sereke bi her du zimanên Kurdî û Erebî mil bi mil, bi awayekî ku parastina mafên zimanî û çandî yên xwendekaran misoger dike, ast û şiyana wan a zanistî û ragihandinê bilind dike, her wiha pireke yekbûna akademîk û neteweyî ava dike li dewsa polîtîkayên dûrxistin û kêmkirinê.
Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye. Di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin û amûreke sereke ye ji bo misogerkirina aramiya proseya perwerdeyê û pêşxistina lêkolîna zanistî. Her wiha ji bo avakirina pergaleke perwerdeyê ya giştgir û domdar pêdivî bi xurtkirina pirzimanî û pejirandina bernameyên perwerdeyê yên giştgir heye.
Li ser vê bingehê, Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar dike ku biryara navborî ya ku qada perwerdeya bi zimanê Kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin."







