Hejmara 175'emîn a Kovara Jinê derket

  • 11:52 5 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê bi hejmara 175'emîn a bi sernavê  "Avakirina Paşerojeke Demokratîk!" hate weşandin.
 
Kovara Jinê di hejmara xwe ya 175'emîn de, li ser bingehên civakî, dîrokî û siyasî yên ku pêşerojeke demokratîk dikare li ser wan were avakirin disekine. Ji rûbirûbûna bi rabirdûyê û lêkolîna bîranînê bigire heya lêgerîna aştî û civakeke demokratîk; ji rizgariya jinan bigire heya veguherîna mêraniyê; û ji keda zarokan û hilweşîna civakî bigire heya xwendinên dîrokî yên jineolojîk, gotar ji perspektîfên cûrbecûr îmkanên jiyaneke azad vedikolin.
 
Sernavên di hejmara nû de ev in:
 
*Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re: Fikirandina Bi Hev re ya Li Ser Dîrok û Bîranînê  / Noémi Lévy-Aksu
 
*Biryardayina Afirandina Ji Nû Ve ya bi Agir û Veguhertina Bendemaniyanan / Dicle Muftuoglu
 
*Guhertin û Veguherandina Mêranî ya di Avakirina Civakeke Demokratîk de / Başak Saridal
 
*Barê Zarokatiyê: Karkeriya Cotkariya Demkî, Verisîna Civakî û Lêgerîna Civaka Demokratîk / Êyşxan Ornek
 
*Nêrîneke Jineolojîk ya li Dîroka Jinê /  Bîrgul Daş