Seda Altug: Divê aştî bi demokrasiyê re were fikirîn!

  • 09:04 12 Sibat 2026
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Akademîsyen Seda Altug diyar kir ku aştî ne tenê nebûna pevçûnê ye û tekez kir ku divê aştiya mayînde bi guhertina şert û mercên ku dibin sedema şer û bi demokrasiyê re were nirxandin.
 
Pêvajoya aştiyê ku di sala 2013’yan de li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir, nêzîkî du salan dom kir û piştre bi dawî bû. Serdemek nîşan da ku tê de aştî ne tenê wekî mijarek siyasî, lê di heman demê de wekî ceribandinek civakî jî hate nîqaş kirin. Piştî van hemû salan, her ku mijara aştiyeke demokratîk ji nû ve derdikeve holê, eşkere ye ku hem nêzîkatiya civakê ya li hember pêvajoyê û hem jî zemîna siyasî ya ku ev aştî li ser hatiye avakirin bi girîngî guheriye. Lê belê, ev saleke di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi armanca avakirina aştiyeke demokratîk, hewl hat dayîn ku pêvajo dîsa pêşve biçe. Lêbelê, tevî ku salek derbas bûye jî, xuya dike ku desthilatdar hîn gavên pêwîst û berbiçav di vî warî de neavêtine.
 
Akademîsyen Seda Altug, nirxandina xwe ya li ser pêvajoya aştiya demokratîk, ku îro di rojevê de ye, bi ajansa me re parve kir.
 
Cudahiya navbera herdu deman
 
Seda Altug diyar kir ku cudahiya herî girîng a di navbera pêvajoya aştiyê ya berê û ya niha de, di asta beşdariya civakî de ye û got ku di qonaxa yekem de, fikra aştiyê qadeke nîqaşê ya rojane û berbiçavtir afirand. Seda Altug destnîşan kir ku pêvajoya heyî di çarçoveyek tengtir de dimeşe û got, “Cudahiya bingehîn a di navbera her du serdeman de ew e ku di ya yekem de ev gotara aştî, jiyana hevbeş û mijarên wekheviyê bêtir civakî bûn. Ew di qada giştî de berfirehtir hate nîqaşkirin. Bandorek mezintir li ser jiyana rojane dikir. Pêvajoya aştiyê ya heyî bêtir burokrasî ye, bêtir pêvajoyek e ku di navbera elîtên siyasî de tê meşandin.”
 
‘Tiştên ku li Rojava qewimîn xalek werçerxê derket holê’
 
Seda Altug teqez kir ku di nêzîkatiya civakê ya li hember pêvajoya aştiyê ya heyî de hişyarî û bêbaweriyek berbiçav heye û destnîşan kir ku pêşketinên herêmî yên dawî bi taybetî bandor li ser vê helwestê kiriye. Seda Altug wiha domand, “Dema ku ez sala 2012’yan bi îro re bidim ber hev, ez dikarim bibêjim ku civak niha pir hişyartir e. Baweriya gel bi vê pêvajoyê pir kêmtir e û pir zêdetir di rewşa li bendê de ye. Bi taybetî bi bûyerên dawî yên li Rojava û Sûriyeyê re, şikestinek cidî çêbûye.”
 
‘Gavên bên avêtin hêvî dide gel’
 
Seda Altug bi lêv kir ku pêvajoya heyî bêtir di navbera aktorên siyasî û burokratîk de diqewime, ne di navbera civakê de û lê zêde kir ku daxwaza aştiyê berdewam dike û her çend hêvî nehatine bicîhanîn. Seda Altug got, “Ev ji hêla elîtên siyasî ve û wekî pêvajoyek burokratîk a teknîkîtir tê kirin” û her kes di pozîsyona sekinandin û çavdêriyê de ye. Seda Altug wiha dirêjî da axaftina xwe, “Gavên bên avêtin ji gel re dibe hêvî. Elbet dixwazin aştî bê avakirin. Di vê xalê de pêwîste desthilatdar gavên samîmî û baweriyê bidin bavêje.”
 
'Em dibînin ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye'
 
Seda Altug bi bîr xist ku meseleya Rojava di dawiya pêvajoya aştiyê ya berê de jî diyarker bû û destnîşan kir ku bi mûtabaqata dawî re serdemeke nû dest pê kiriye û got, “Pêvajoya aştiyê di wê demê de ji ber rewşa li Rojava bi dawî bûbû. Niha em dibînin ku meseleya Rojava, bi kêmanî bi vê mutabaqata dawî ya 30’ê Çile re, ketiye qonaxeke nû.”
 
‘Aştî di çarçoveyek cîhanî ya cuda de tê nîqaşkirin’
 
Seda Altug diyar kir ku, ji perspektîfeke akademîk ve serdema berê ji hêla têgehî ve berhemdartir bû, lê îro aştî di çarçoveyeke gerdûnî ya pir cuda de tê nîqaşkirin û wiha domand, “Ji perspektîfeke akademîk ve hin ji têgehên ku wê demê hatine nîqaşkirin ji hingê ve ketine nav wêjeya akademîk û bi berfirehî hatine nîqaşkirin. Bi taybetî ev mijara xweseriyê, mijara wekheviyê, mijarên dekolonîzasyonê.”
 
‘Cîhan 10 salan de gelek guherî’
 
Seda Altug destnîşan kir ku cîhan di deh salên dawî de bi awayekî bingehîn guheriye û nîqaşên akademîk jî li ser vê rewşa gerdûnî ya ku her ku diçe dijwartir dibe disekine. Seda Altug, ev tişt got, “Ji ber vê yekê, di 10 salên dawî de cîhan û herêm gelek guherî. Em di cîhanekê de dijîn ku her ku diçe dijwartir dibe ku tê de qanûna navneteweyî nayê berçavgirtin û yên bi hêz her ku diçe wekî mafdar têne dîtin.”
 
‘Pêvajo di çarçoveya parlementoyê de tê meşandin’
 
Seda Altug bi lêv kir ku pêvajoya çareseriyê ya heyî bi piranî bi rêya Meclîs û mekanîzmayên qanûnî pêşve diçe û wiha pê de çû, “Pêvajoya çareseriyê ya niha jî teknîkîtir e û di çarçoveya parlementoyê de tê meşandin. Komîsyon hatin avakirin. Rapor tên amadekirin û bên weşandin. Tê gotin ku dê hin rêziknameyên qanûnî werin amadekirin. Em ê bibînin ka ev tişt dê di serdema pêş de werin kirin an na. Ev yek ferz dike ku em wekî civak li ser aştî û wekheviyê nîqaş bikin.”
 
‘Aştî ne tenê nebûna pevçûnê ye’
 
Seda Altug di dawiya axaftina xwe de teqez dike ku aştî ne tenê nebûna pevçûnê ye û got ku divê aştiya mayînde bi demokrasiyê re were hesibandin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew hewce dike ku aliyên nakok daxwazên hevdu fam bikin, da ku îdiayên serweriyê dest pê bikin werin pejirandin û ev têgeha wekheviyê di civakê de belav bibe. Azadiya derbirînê û pêwîstiya ku mirov ji derbirîna ramanên xwe netirsin û hebûna qadeke demokratîktir, tê wê wateyê ku aştî û demokrasî divê bi hev re biçin. Ji bo ku aştiyek mayîndetir çêbibe.”