TAJÊ: Em ê heya azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin

  • 14:05 31 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ sala 2026’an bi daxuyaniyek li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev peyam da: “Em weke TAJÊ daxwaz dikin ku Serok Apo bibînin. Her kesekî xwedî mafe ku bi serokê xwe re hevdîtin bike. Mafê meye jî ku em Serok Apo bibînin, Serok Apo rûbirû perspektîfên xwe ji me re bêje. Heya azadiya Serok Apo mîsoger nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li navenda TAJÊ ya Sinûnê bi boneya sala nû ya 2026’an daxuyaniyek da û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ve hate dayîn.
 
Riham Hico di destpêka axaftina xwe de sala 2026’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîlayan û şervanên azadiyê pîroz kir û got: “Ev 27 sal in Rêber Apo li Girava Îmraliyê di nav tecrîdeke pir giran de ye. Di meha Sibatê de pêngava Aşitî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin. Serok Apo, ji bo pirsgirêk çareser bibin û aşitî li cîhanê pêk bê gaveke dîrokî pêşxist. Piştî ku Serokatî ev pêngav da destpêkirin, tevgera azadiyê jî gelek gavên dîrokî avêtin. PKK hate fesihkirin, çek hatin şewitandin, gerîlayên azadiyê ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan. Ev gavên dîrokî bûn ku tesîreke mezin li Kurdistanê û cîhanê kir.”
 
Riham Hico destnîşan kir ku pêngava Aşitî û Civaka Demokratîk bi israra Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Derfetên pêwîst ji Serok Apo re nayên dayîn. Pêwîste heya niha ne tenê heyetek an jî parêzer biçûna Girava Îmraliyê. Pêwîst bû di nav salekî de Serokatî azad bihata berdan. Heya Serok Apo azad nebe em nikarin bêjin, gelê Kurd azad dibe û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bûne. Çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, azadiya tevahiya gelan bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye.’’
 
Berdevka Koordînasyona TAJÊ Riham Hico anî ziman ku ew weke TAJÊ jî dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin û wiha axivî: “Em weke TAJÊ li vê derê daxwaz dikin ku em Serok Apo bibînin. Her kesekî xwedî mafe ku bi serokê xwe re hevdîtin bike. Mafê me ye jî ku em Serok Apo bibînin, Serok Apo rûbirû perspektîfên xwe ji me re bêje. Heya azadiya Serok Apo mîsoger nebe emê têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku Serok Apo di peyama xwe de got ‘Ez soz didim bi cil û bergên ku we diyariyê min kiriye ezê werim Çiyayê Şengalê’, em jî weke jinên Êzidî soz didin ku heya Rêber Apo azad nebe, heta ku Serok Apo bi wan cilan neyê Çiyayê Şengalê, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em soz didin ku ji bo rêxistinkirina jinên Êzidî, zanekirina jinên Êzidî heya taliyê kar bikin.’’
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.