
Ayşe Gokkan: Ne mafê hêviyê be, roniya hêviyê şewqê nade!
- 19:26 3 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, peyamek ji bo meşa ku ji hêla TJA'yê ve hatiye destpêkirin şand û got, "Dema azadiyê ye; avakirina civakek demokratîk, di heman demê de dema azadiya, Ocalan e !"
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed heta Enqerêyê meşê pêk tîne. Meşa ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî pêk hatiye gihişt gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amarayê. Jinên çûn mala ku Abdullah Ocalan lê hatiye dinê, bê navber silav ji Abdullah Ocalan re şandin.
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, peyamek ji bo meşê şand. Menal Temel e TJA’yî peyam xwend.
Peyama Ayşe Gokkan bi vî rengî ye:
"Silav Rêwiyên Meşa Jin Jiyan Azadî
Em meşa we ya li dijî Komploya navdewletî û tecrîta rûreş silav dikin. Bizanibin ku dîlgirtiyên azadiyê jî di vê meşê de gav bi gav li gel we ne.
Em nîvê cîhanê ne û gerdûna me di xeteriyê de ye. Ku “mafê hêviyê” nebe dê cîhan çawa di Roniya Hêviyê sûdê bigire. Bi wesîleya meşa we, em bangî hemû reng û dengên cîhanê dikin vê meşê mezintir bikin; cîhana bêsînor a civaka demokratîk e.
Werin em bi hev re li dijî komployên rûreş ên navdewletî têbikoşin û ji sînorên netewperest, olperest-mezhebperest, zayendperest, kapitalist û mîlîtarist bifilitin. Da ku em bikaribin Roniya Hêviyê li cîhanê belav bikin. Dem dema azadiyê ye; avakirina civaka demokratik di heman demê de azadiya Rêberê Roniya Hêviyê Ocalan e!Ne mafê hêviyê be, roniya hêviyê şewqê nade !”