Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin

  • 19:46 19 Îlon 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Urla ya Îzmîrê mêrê bi navê R.G  jina bi navê Selîn Angun ya ku berê pê re dijiya bi çekê qetil kir.
 
Li navçeya Urla ya Îzmîrê mêrê bi navê R.G  jina bi navê Selîn Angun ya ku berê pê re dijiya bi çekê qetil kir û hewl da du kesên din jî qetil bike. Piştî kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û cenazeya Selîn Angun jî ji bo otopiyê birin morgê.
 
Hat diyar kirin ku gumanbar jî întîxar kiriye.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.