Nêrgiz Mihemedî: Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ didome

  • 15:45 13 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafê mirovan a xwedî xelata aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî hîna berdewame û got: “Baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wî lewaz bûye.”
 
Girtiya siyasî ya berê û çalakvana mafê mirovan a xwedî xelata aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî di derbarê Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" de ji ajansa Navneteweyî ya Îranê re axivî.
 
Nêrgiz Mihemedî got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîna zindî ye û guhertinek mezin di civakê de afirandiye. Ev yek jî encama hêz û berxwedana gel û jinan e. Her wiha zindîbûna Şoreşê dikarin di demarên civakê de bibînin. Ne şerte ku welatî bi berdewam li kolananbin û xwepêşandan lidarbixin, bi şêwazên cuda jî nerazîbûn li dijî desthilatê nîşan didin û Şoreş berdewam dibe.”
 
Di dewama axaftina xwe de Nêrgiz Mihemedî tekezî kir ku baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wî lewaz bûye ku hebûna jinên bê serpoş nîşana lewaziya desthilatê ye.
 
Salvegera Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" sê salên xwe temam dike ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di Îlona 2022’yan de serî hilda û berbelavî cîhanê bû. Ev şoreş ji bo jinan bû werçerxek dîrokî û dibin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de tevahî jinên cîhanê li hev komkir. Ji Hindistanê heta Efrîqayê li dijî zilm û çewisandina ser civakê taybet jinan tê kirin, dengê jinan kir yek. Li Îranê, ji wê demê ve sepandina zext, girtin, êşkencedan û cezayên darvekirinê yên ji aliyê rejîmê ve bi ser azadîxwaz û çalakvanan de, gihiştiye asta lutkeyê û her ku diçe zêde dibe. Bertek û helwestên ji bo rawestandina cezayên darvekirinê berdewamin.