
14'emîn Konferansa Perwerde û Hindekariyê ya Mexmûrê bidawî bû
- 13:15 10 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 14. Konferansa Perwerde û Hindekariyê ya Mexmûrê ku 7’ê Îlonê bi şîara ‘Zanist bi komunalbûnê tê parvekirin’ destpêkiribû, bidawî bû.
Komîteya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her du salan carekê konferansa xwe li dardix dixe, îsal jî 14. Konferansa xwe di 7’ê Îlonê de lidarxist. Konferans bi beşdarbûna hemû mamoste, delege û mêvanan li avahiya Mala Gel destpêkiribû, di rojan sêyem de bidawî bû.
Di roja sêyemîn ya konferansê de rêvebirnameya giştî, xwendina rêvebirnameya peymangehê, rêvebirnameya akademî, rêvebirnameya Navenda Hêvî û pêşnûmebiryar hatin xwendin. Piştre hilbijartina desteya disîplînê û hilbijartina berdevkên dibistanan hat kirin.
Di hilbijartina berdevkên dibistanan de mamoste Hêlîn Kara û mamoste Silêman Mijînî hatin hilbijartin.
Konferans bi axaftina girtinê bi dawî bû.
Axaftina girtinê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Perwerdeyê Hêlîn Kara ve hat kirin.
Hêlîn Kara di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta şehîd mamoste Sedîq de hemûşehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Hemû rexneyên ku hatine kirin di encama piratîka xebatekê de hatiye kirin. Divê erk û berpirsyartiyên ku di manîfestoyê de hatî dayîn, di pêvajoya nû de kesek pêwîste çawan tevbigere, pîvanên wê çiye û divê çawan nêzî karê xwe bibe hemû hatiye diyar kirin. Ev diyare, êdî tu nikarî li gorî berê tevbigerî, bifikirî, kar bikî û bi şêwazê berê nikarî berdewam bikî. Pêwîst e ev hemû bên derbazkirin û ji bo derbazkirina wê jî divê tu ji xwe destpê bikî. Yanî dema tu li edalet û wekhevî bixwazî pêwîste ji xwe destpêbikî. Pêwîst e em di vê pêvajoya li pêşiya xwe de li gorî van pîvanan bimeşin. Li ser vî bingehî em di wê hêvî û baweriyê de ne ku di vê pêvajoya li pêşiya me de her kes bi erk û berpirsyartiya ku danî ser milê wî/ê pêkbîne.”
Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’bi dawî bû.