
Li Tîgrayê tundiya zayendî ya leşkeran
- 20:55 31 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bijîşkên Mafên Mirov (PHR) û Rêxistina Dad û Berpirsyariyê ya Qeraxa Afrîkayê (OJAH)ndestnîşan dike ku leşkerên Etiyopya û Erîtreyê bi awayekî sîstematîk destavêtinên komî û êşkenceya zayendî kirine û gotin: "Destavêtin wekî çekek şer bikar tînin."
Li herêma Tîgrayê ya bakurê Etiyopyayê, bi sedan xebatkarên tenduristiyê bûyerên destavêtina komî, bi darê zorê ducanîkirin, koletiya zayendî û êşkenceyê tomar kirine û ev kiryar wekî sûcên li dijî mirovahiyê hatine binavkirin. Li gorî rapora nû ya berfireh, ev kiryar ji hêla leşkerên Etiyopya û Erîtreyê ve bi awayekî sîstematîk tên kirin.
Rapor li ser bingeha qeydên tibî yên zêdetirî 500 qurbaniyan û hevpeyivînên bi zêdetirî 600 xebatkarên tenduristiyê re hatiye amadekirin. Doktor, hemşîre, psîkiyatr û rêberên civakê yên ku hevpeyivîn bi wan re hatine kirin, destnîşan kirin ku tundiya zayendî ne tenê sûcek takekesî ye, lê stratejiyeke leşkerî ye ku bi armanca paqijkirina etnîkî tê meşandin.
Ducaniya jinan hedef tê girtin
Encamên rapora nîşan didin ku ducaniya jinên Tîgrayî bi awayekî plankirî hatiye armanckirin. Gelek jinên ku sax mane, diyar kirin ku êrîşkaran ew neçar kirine ku ji nasnameya etnîkî ya êrîşkaran zarokan bînin dinyayê û amûrên kontrolkirina zayînê bi darê zorê ji laşên wan hatine derxistin.
Psîkologekî got: “Me zarokeke nexweş derman kir ku dema amûra kontrolkirina zayînê ya Norplant ji milê wê dihatibû derxistin, mile wê şikestbû. Êrîşkar jê re gotiye, ‘Hûn ê ji me bînin dinyayê, nasnameya etnîkî ya Tîgrayî wê bi dawî bibe.”
Destdirejî li zaroka sê salî jî kirine
Ji sedî 63 xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku wan zarokên di bin 17 saliyê de derman kirine û ji sedî 20 ji wan ragihandin ku zarokên di navbera 1-12 salî de rastî destavêtinê hatine. Cerrahekî got ku qurbanê herî biçûk ê ku wê derman kir tenê sê salî bû.
Li kampên leşkerî koletiya zayendî
Hin jin bi mehan, bi salan di kampên leşkerî de hatine girtin. Di vê demê de, ew rastî destavêtinê hatine û neçar kirine ku zarokên êrîşkaran bînin dinyayê. Gelek qurban, di nav de zarokên ducanî, bi trawmayên fizîkî yên giran re rû bi rû mane û hin ji wan bi nexweşiyên mayînde yên wekî fistulê ketine.
Tundiya zayendî piştî şer jî berdewam kiriye
Her çend di sala 2024’an de qonaxa şerê çalak bi dawî bûbe jî, tundiya zayendî ya bi çekan dewam kiriye û li herêmên nû yên wekî Amhara û Afar belav bûye. Raporê tekez kir ku çanda cezanekirinê bûye sedema berdewamiya van hovîtiyan.
Xebatkarek mafên mirovan got: “Kes berpirsiyariyê nagire ser xwe. Ger ev bêcezakirin berdewam bike, em ê li herêmên din jî heman tiştî bibînin.”
Yek ji nivîskarên raporê, parêzera mafên mirovan Payal Shah wiha got: “Ez bîst sal in li ser tundiya li ser bingeha zayendî dixebitim. Min qet bi tundiyeke zayendî ya ewqas sîstematîk, hovane û berbelav re rû bi rû nehatime.”
Bang li lêkolîna navneteweyî hat kirin
Li gorî daneyên raporê, kiryarên wekî destavêtina komî, bi darê zorê ducanîkirin, êşkenceya zayendî û bêzayînîkirina bi zorê divê wekî sûcên li dijî mirovahiyê bêne nirxandin û civaka navneteweyî divê sûcê jenosîdê jî lêkolîn bike.
Çavkanî: The Guardian, PHR û OJAH