
Li Peyasê Pêşangeha 'Qêrîna Bêdeng' vebû
- 11:38 28 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Atolyeya li Bazara keda Jinê li dar ketibû, li parka 75’an ya Şaredariya Peyasê bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ wek Pêşengeha Wêne û Peykeran derket pêşberî heskiriyên xwe. Pêşengeha ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ve ku hate organîzekirin, bi beşdarî û tevkariya gelek jinan hat nîşandan.
Atolyeya bi pêşengiya wênesaz Rûken Ekîncî hat lidarxistin, jinan bi çêkirina berhemên hunerî yên ji malzemeyên avêtî bal kişandin ser girîngiya veguherandinê. Bi çêkirina gelek fîgur, peyker û tabloyan ku yek ji sembolên bi hêz ên tevgera jinan Sema Yuce, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî û gelek berhemên din hat nîşandan, hêza jinan a veguherîner destnîşan kir.
Di pêşengeha li Parta 75’an vebû de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ligel Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk, Hevşaredara Aviskê Celîle Yildiz, Alîkarên Hevşaredaran û Meclîsa Jinan amade bûn û bi hunermend Ekîncî re li ser berhemên wê sohbet kirin.
Hevşaredar Sîncar di Pêşangeha Wêne û Peykeran a ‘Qêrîna Bêdeng’ a li Parka 75’an hat vekirin de, piştgiriya xwe ji hunermenda jin Rûken Ekîncî re ragihand. Di vekirina pêşangehê de ya ku ji aliyê Rêveberiya Polîtîkayên Jinan ve hate birêvebirin, axivî û tekez kir ku girîngiyek mezin dide hilberîna jinan û wiha domand: "Hebûn û hilberîna jinan di warê hunerî de ji bo me pir bi qîmet e. Em kêfxweş bûn ku bi boneya vê pêşangeha watedar a hunermend Ruken Ekîncî li hev civiyan. Em ê her tim piştgiriyê bidin xebatên bi vî rengî û di nav hevgirtinê de bin."
Hevşaredar Sîncar bi kesên pê re li ser peyker, fîgur û tabloyên di pêşangehê de hatin nîşandan bi baldarî nîqaş kirin, pîrozbahiyên xwe ji hunermenda Jin Ekîncî re diyar kirin û serkeftina berdewamiyê jê re xwestin. Pêşangeh dê ji bo hezkiriyên hunerê îro jî vekirî be.