
Yekîneya Lênihertina li Malê xizmetê dibe malan
- 14:11 18 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Yekîneya Lênihertina Li Malê a girêdayî Gerînendetiya Berasteng û Navsereyan ya Şaredariya Peyasê, xizmetê dibe nava malan.
Yekîneya Lênihêrtina li malê ji bo hemwelatiyên navçeyê yê navsere, berasteng û nexweş û yên ku bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yên wekî tendirustî, lênihêrtina şexsî, paqijiyê û jiyanî pêk bînin, xizmetê dibe mala wan û pêdiviyên wan bi cih tîne.
Yekîneya Lênihêrtina li Malê, her meh li malên ku sûdê ji xizmeta şaredariyê werdigirin, bi hevgirtina psîkososyal, kontrola tansiyon û şekir, pansûman, sonda, kûafor, paqijiya malê, û her wekî ji van cihêtir xizmeta şuştin, zihakirina kincan û lênihêrtina şexsî dide 680 kesan.
Hemwelatiyên li navçeya Peyasê rûdinên, dikarin daxwaza Xizmeta Lênihertina Malê bikin û sûdê jê werbigirin. Kesên ku pêdiviya wan bi xizmetek wiha heye, dikarin bi rêya telefonê xwe bigihînin Yekîneya Lênihertina Li Malê a girêdayî Gerînendetiya Berasteng û Navsereyan ya Şaredariya Peyasê û daxwaz bikin.
Ji bo têkiliyê Telefon: 0412 251 24 25 Daxîlî: 1000