'Nikarin bi êrişan rastiyê veşêrin'

  • 14:00 18 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarê êrişên li hemberî rojnameger û li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî YRA, YRJ û Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê daxuyaniyek dan û gotin: "Dewleta Tirk nikare bi hedefgirtina rojnemevanan rastiya xwe veşêre û ragihand ku ew wek rojnemevan wê nameyekê radestî Netewên Yekbûyî bikin."
 
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê têkildarî êrİşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û rojnamevanan, li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî çalakiyek xwepêşandanê hate lidarxistin. Di çalakiya YRA, YRJ û Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê de bi dehan endamên YRA û YRJ û endamên Komeleya Mafê Mirovan beşdar bûn. Ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. 
 
Piştre Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd da zanîn ku di vê dema dawî de gelek rojnemevan jiyana xwe ji dest dan û raste rast ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û got: “Herî dawî jî rê hevalê me yê Rojnemevan Egîd Roj hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Ev rojnemevan dema berê xwe didin van qadan, ne tenê ji bo xwe diçin. Ji bo ku rastiya dijmin û berxwedaniya gel ji raya giştî re nîşan bidin, berê xwe didin van qadan.”
 
Arîn Siwêd şehîdên Ragihandina Azad ên wek Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj û rojnemevanên ku li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin, bi bîr anî û got ku wê şehîd ji bo wan bibin hêza berxwedanî û heqîqetê. Arîn Siwêd destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare bi hedefgirtina rojnemevanan rastiya xwe veşêre û ragihand ku ew wek rojnemevan wê nameyekê radestî Netewên Yekbûyî bikin.
 
Her wiha Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cûma jî diyar kir ku di aliyê mafê mirovan de ev êriş û hedefgirtina li ser sivîlan sûcek li dijî mirovahiyê ye û ev yek rê li ber azadiya rojnemevanan digire û wiha axivî: “Me ev yek bi taybet li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît ku çawa dewleta Tirk a dagirker rojnemevanan dike hedef û her roj wan qetil dike. Ev yek metirsiyekê li ser jiyana rojnemevanan çêdike, em dizanin ku di mafê mirovan de mafê rojnemevan di her aliyê de heye û nabe ku rojnemevan werin qetilkirin ji ber ku Rojnemevan çav û neynika civakê ne. Mafê dewleta Tirk nîne ku rojnemevanan bike hedef û wan qetil bike. Em niha tevî YRA û YRJ li vir kom bûne da ku dengê me bigihije giştî cîhanê û rastiya dewleta Tirk were nîşandan. Her wiha em ê li ser navê giştî rojnemevanan peyamekê radestî Netewên Yekbûyî bikin da ku êrîşên li ser rojnemevanan bisekinin.”